Kartal: Dewlet têk çû

"Dewletê hilweşand û şewitand. Lê ji aliyê siyasî ve têk çû."

Li bajarê Awûstûrya Lînzê bi tevlîbûna Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal re civîneke gel hat lidarxistin. Kartal têkildarî operasyonên dawî yên dewletê yên li Kurdistanê got, "Dewletê hilweşand, şewitand û tine kir. Lê ji aliyê siyasî ve li Kurdistanê têk çû."

Civîna gel a li salona Volkhaus Neue Heimat a li bajarê Lînzê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şoreşa cîhanê destpê kir.

Kartal rewşa dawî ya li Kurdistanê nirxand û destnîşan kir, ku dewletê bi xerakirina pêvajoya aştiyê û destpêkirina şer re nîşan da çiqasî ji nirxên PKK'ê ditirse.

Kartal diyar kir, xendekên hêzên berxwedanê yên Kurd, li dijî şerê topyekûn nîşaneya berxwedana topyekûn e û anî ziman, ku rastiya şer bi zanebûn ji civakê re nerast tê ragihandin.

Kartal da xuyakirin, ku tîmên taybet, JÎTEM û leşkerên dewleta Tirk bi zanebûn li Cizîr û Sûrê li nava kolanan sivîlan qetil dikin û destnîşan kir, ku ev pêvajo pêvajoyeke fînalê ya dîrokî ye.

Kartal ragihand, divê hemû Kurdên li Ewropayê dijîn, bi qasî ji dest tê alîkariyê bidin vê pêvajoyê.