Êrîşên bi hawan û obusan ên li hemberî qadên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên bi hawan û obusan ên li hemberî qadên gerîla dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên bi hawan û obusan ên li hemberî qadên gerîla dewam dikin.

Di daxuyaniyê de li ser van êrîşan agahî hat dayîn:

"Roja 10'ê Adarê saet di navbera 15:00-16:00 de artêşa TC a li qada Xapuşkê ya li navçeya Colemêrg Şemzînanê bi cih bû obus û hawan avêt herêma Govendê. Helîkopterên bi tîpa Kobra jî êrîşî Govendê û derdora herêma Xapuşkê kirin.

11'ê Adarê saet di navbera 13:30-14:30 de qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê; qadên Şehîd Gafûr, Geliyê Avaşîn û Şehîd Karker ên Avaşînê, ji saet 23:00 heta saet 06:00 ê 12'ê Adarê (îro) jî girên Şehîd Rahîme û Şehîd Dîren bi obus û hawanan bombe kir.

11-12'ê Adarê saet di navbera 21:00-01:30 de qereqola Elemun a li navçeya Şirnex Qilabanê; qada şehîd Dilber a Metîna, 11'ê Adarê saet di navbera 19:00-20:00 de jî qereqola Aruşê; girê Kuroşîno bi obus û hawanan bombe kirin.

11'ê Adarê saet di navbera 23:00-23:30 de qereqola Bilican a li navçeya Colemêrg Çelê, bi çekên giran gule li derdora xwe reşand.

11-12'ê Adarê saet di navbera 22:00-02:00 de li ser Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirên keşfê yên bê mirov geriyan."