KCK: Gelê me wê teqez bi ser kevin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê kesên di derbeya leşkerî ya 12’ê Adara 1971’an, 12’ê Adara 1995’an qetlîama Gazî û 12’ê Adara 2004’an qetlîama Qamişlo de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê kesên di derbeya leşkerî ya 12’ê Adara 1971’an, 12’ê Adara 1995’an qetlîama Gazî û 12’ê Adara 2004’an qetlîama Qamişlo de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
KCK’ê di daxuyaniyê de Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan ku îro damezirandina xwe îlan kir, silav kir, destnîşan kir ku bawer dikin Tevgera Şoreşa Yekbûyî wê têkoşîna gelan hevpar bike û têkoşînê bibin serketinê.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Bi boneya 12’ê Adara 1971’an derbeya faşîst a leşkerî, qetlîamên Gazî û Qamişlo ve em tevahî şoreşger, demokratên welatparêz û mirovên me yên ji gel ên di vê pêvajoyê de şehîd ketine bi rêzdarî û mînet bi bîr tînîn. Em soz didin ku em ê bîranîn û têkoşîna wan bi Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk re tacîdar bikin.”
DERBEYA LEŞKERÎ YA FAŞÎST A 12’Ê ADARA 1971’AN
Di daxuyaniyê de bal kişand ser armanca derbeya leşkerî ya faşîst ku 45 sal berê pêk hatibû, wiha hat gotin:
“Beriya 45 salan li dijî gelên Tirkiyeyê, demokratan, şoreşgeran, sosyalîstan derbeyek faşîst a leşkerî pêk hat. Denîz Gezmîş û hevalên wî, Mahîr Çayan û hevrêyên wî, Îbrahîm Kaypakkaya û rêhevalên wî û bi dehan şoreşger, sosyalîst, welatparêz demokrat hatin qetilkirin. Bi hezaran mirov hatin girtin, di êşkenceyan re hatine derbaskirin û avêtin zindanan. Derbeya 12’ê Adarê li hember hesreta jiyana azad û demokratîk a gel û kedkarên Tirkiyeyê pêk hatiye.
Gelên Tirkiye, kedkar, ciwan dawiya salên 1960’an û destpêka salan 70’an cara yekem di heman demê de ketine têkoşîna azadî û demokrasî ya di vê astê de. Cara yekemîn bi têkoşîna gel û kedkaran pêngava demokratîk û azadkirina Tirkiyeyê pêş ketiye. Li hember vê têkoşîna gelan, kedkaran û hêzên şoreşger demokrasiyê hêzên leşkerî yên wek hêza lêdanê ya emperyalîstan û hevkarên herêmî hatiye birêxistinkirin derbeya faşîst pêk anîne û li hember hêzên demokrasiyê şer destpê kirine. Li hember vê derbeya faşîst a leşkerî û êrîşan jî şoreşger, sosyalîstan li ber xwe dane. Di vê têkoşîna berxwedanê de Denîzan, Mahîran, Îbrahîman û hevalên wan bi lehengî li ber xwe dane û şehîd ketine. Ji vê rojê heta îro li dijî faşîzmê berxwedana hêzên şoreşger heye, bi saya rola berxwedana wan a leheng ku jiyana xwe danîne holê, gelê Kurd têkoşîna xwe ya azadiyê pêş xistiye û îro bûye hêza şoreşger a herî mezin a Rohilata Navîn; Kurdistan û Tirkiye ji her demê hê zêdetir nêzî jiyana azad û demokratîk e. Îro di tevahî têkoşînên şoreşger ên li Tirkiye û Kurdistanê, Rojhilata Navîn de para mezin a keda van şoreşgeran heye.”
12’Ê ADARÊ QETLÎAMA GEZÎ
Di dewama daxuyaniyê de KCK’ê bal kişand ser qetlîama Gazî ya 12’ê Adara 1995’an li Stenbolê pêk hat, diyar kir ku ev qetlîam ji bo astengkirina hevparbûna têkoşîna Elewî û şoreşgeran pêk hatiye.
Daxuyanî wiha didome:
“Qetlîama Gazî ya 12’ê Adara 1995’an jî êrîşeke ji bo tepisandina têkoşîna azadî û demokrasî ya gelên me ne. Ev qetlîam bi armanca pêşîgirtina yekgirtin û hevpariya têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd a di pêşengiya PKK’ê de û têkoşîna gelê me yê Elewî û şoreşgerên wê ne. Ji ber ku ji hevpariya têkoşîna gelan û hêzên demokrasiyê ditirsin. Qetlîama Madimaka Sêwasê jî ji bo pêşîgirtina têkoşîna hevpar a li hember dewleta Tirk a faşîst pêk hatibû. Bi vê qetlîamê ve hewl dan têkoşîna hevpar a gelan çavtirsî bikin. Qetlîama Gazî jî wek dewama qetlîama Sêwasê pêk hatiye, armanca wê jî pêşîgirtina têkoşîna hevpar a gelan û hêzên demokrasiyê bû. Îro jî desthilatiya AKP’ê ya faşîst ji bo pêşîgirtina têkoşîna hevpar a gelê Kurd, gelên Tirkiye û hêzên demokrasiyê her roj êrîşên xwe zêde dike. Paralelî zilm û qetlîamên li Kurdistanê, li ser gelên Tirkiyeyê jî êrîşan zêde dike, hewl dide pêşketina hevpariya têkoşîana azadî û demokrasiyê ya gelan asteng bike.”
QETLÎAMA QAMIŞLO
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkîldara qetlîama Qamişlo ya 12’ê Adara 2004’an û pêşketinên piştî wî wiha got:
“12’ê Adara 2004’an li Qamişloyê hêzên dewleta Sûriyeyê dirûşmeyên di pêşbirkek sporê de hatin berzkirin kirin hincet û qetlîamek bi dehan mirovên me tê de jiyana xwe ji dest dan pêk anîn. Pevçûnên li Qamişloyê di navbera leşker, polîs û gel de derketin li Rojava belav bûn, di van pevçûnan de bi sedan welatparêzên Kurd hatine qetilkirin. Qetlîama 12’ê Adarê û berxwedana li hember vê ji bo pêngava şoreşgerî ya gelê Rojavayê Kurdistanê piştre pêş xist, bû zemînekî girîng. Ji bo gelê Kurd xwe bi rêxistin bike, karibe jiyana azad û demokratîk pêş bixe, qetlîama Qamişlo bûye nuqteyek werçerxê. Tevgera Azadiya Kurd di tevahî têkoşîna xwe de wek pêwîstiya girêdana bi şehîdan têkoşîna xwe mezin kir, Şoreşa Rojava jî wek pêwîstiya vê girêdana bi şehîdan pêk hatiye.”
TEVGERA ŞOREŞA YEKBÛYÎ HAT SILAVKIRIN
KCK’ê di daxuyaniyê de Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan ku îro damezirandina xwe îlan kir, silav kir, destnîşan kir kul i hember êrîşên faşîst teqez wê gel bi ser kevin.
Daxuyaniyan KCK’ê wiha bi dawî bû: “Di Adara 2016’an de têkoşîna şoreş û demokrasiya Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn gihiştiye merheleyên nû. Ne ti şehadet ne jî ti têkoşîn vala neçûye, her şehadet û berxwedan rêya mezinkirina têkoşînê vekirine. Li ser vî esasî em bi li her derê mezinkirina têkoşînê dikevin Adara 2016’an. Li hember têkoşîna şoreşgerî ya gelan êrîşên hêzên faşîst jî zêde dibin. Lê, ev êrîş wê nikaribin têkoşîna şoreşgerî rawestînin, gelên me wê teqez bi ser kevin.
12’ê Adara 2016’an wek pêwîstiya bîranînên Mahîran, Denîzan, Îbrahîman, Kemal Pîr û Hakîyan, Egîdan, Orhan Yilmazkyayan, Paramaz Kizilbaşan, Sîbel Bûlûtan Tevgera Şoreşa Yekbûyî hat damezirandin. Em ku bawer dikin Tevgera Şoreşa Yekbûyî wê têkoşîna gelan hevpar bike û têkoşînê bibin serketinê, li ser vî esasî em di têkoşîna Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan de serketinê dixwazin.”