Cenazeyê Karakuş hate definkirin

Cenazeyê Haci Karakuş ê bavê 3 zarokan li gundê wî hate definkirin.

Cenazeyê Haci Karakuş ê bavê 3 zarokan  li gundê wî hate definkirin. Di merasîmê de Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz axivî û wiha got: "Dizanibûn wê şehîd bibin, lê axa xwe warê xwe neterikandin, li ber xwe dan. Em bi wan ser bilind in."

Cenazeyê Haci Karakuş ê bavê 3 zarokan e, li navçeya Hezexê ya Şirnexê hate qetilkirin, piştî duh ji aliyê malbatê ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê hate wergirtin îro li gundê xwe hate definkirin. Canezeyê Karakuş di rê de gelek caran hate rawestandin û piştî demeke dirêj anîn gundê Hoserê ya Hezexê. Gelek kesên ku di nav de Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz û nûnerên MEYA-DER'ê jî hebûn di têketina gund de hate pêşwazîkirin û birin goristana gund. Piştî nimêjê cenaze hate definkirin.

'EM BI WÎ SER BILIND IN'

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz di merasîmê de axivî û wiha got: "Em îro zarokên xwe yên herî bi qîmet ji bo Kurdistanê didin axê. Zarokên me li dijî zilmê serê xwe rakirin. Wan dizanibûn wê şehîd bikevin, lê ji bo axa xwe û warê xwe neterikînin li ber xwe dan. Em bi wan ser bilind in."

Piştî axaftinan ji bo Karakuş li gund konê sersaxiyê hate vekirin.