‘Devlet êdî ne di bin çavan de, yekser li malan qetil dike!’

Dayikên Şemiyê di hefteya 572’yemîn de lêgerîna edaletê domandin. Malbatên êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê protesto kirin, wek hevparbûna êşan banga hevpariya têkoşînê jî kirin.

Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe yî dibinçavkirinan de hatin windakirin bipirsin û ji bo kiryarên wan bên darizandin, di hefteya 572'yemîn dîsa li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de Dayikên Şemiyê pankarta "Kiryar diyar, winda li ku ne?", wêneyên zarokên xizmên xwe û qûrnefîl hilgirtin. Malbatên ku di komkujiyên Pirsûs, Enqere û Berxwedana Geziyê de xizmên xwe windakirin û Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û hunermend Pinar Aydinlar piştgiriya çalakiyê kirin. DI çalakiya hefteya 572'yemîn de li aqûbeta Nûrettîn Tolûkê di sala 1995'an de li Îzmîrê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, hat pirsîn. 

'WINDAKIRINA DI BIN ÇAVAN DE JI BO DEWLETÊ KAREKÎ BIKULFET E' 

Di çalakiyê de destpêkê birayê Kenan Bîlgîn, ê di sala 1994'an de li Enqereyê winda bû, Îrfan Bîlgîn axivî. Bîlgînê ku wiha "Em êdî li ber êşên xwe nakevin" dest bi axftinê kir, diyar kir ku her roj malbatên nû li Qada Şemiyê zêde dibin. Bîlgîn bi bîr xist ku di demên berê de hikûmet binçav û pirsiyarî dikir dawiyê winda dikir, lê belê di roja îro de li Sûr, Cizîr û Silopiyayê di malên wan de wan înfaz dike û wiha got, "Êdî ji bo dewletê windakirina di binçavan de bû karekî bi kulfet. Dewlet êdî mirovan li malên wan qetil dike. Em di rewşeke wisa de ne ku êdî nikarin windayên xwe vebêjin. Em ê vana Gezî, Sûrûç, Enqere, Sûr û Cizîrê ji bîr nekin. Van derdên me em gihandin hev. Êşên me em gihandin hev, divê em têkoşîneke hevpar bikin."

'ÊDÎ BES E ERDOGAN' 

Piştî Bîlgîn, hevjîna Nîhat Aydogan, ê ku di sala 1994'an de li Mêrdînê hat windakirin, Halîme Aydogan axivî. Aydogan diyar kir ku bi salane li hestiyên hevjînê xwe digere, lê belê êdî dev ji lêgerîna hestiyan berdaye û wiha got, "Em tenê aştiyê dixwazin. Êdî bes e Erdogan. Dest ji qetilkirina mirovan berdin."

Piştî Aydogan, xwîşka Hayrettîn Eren, ê ku di sala 1980'yî de li Stenbolê hat windakirin, Îkbal Eren axivî. Eren wiha got, "Her ku em dibên bila dayîk megirîn, hejmara dayikên li vê qadê her diçe zêde dibe. Hejmara windayên me zêde dibin. Hejmara mirovên bi êş û azar zêde dibin. Em êdî çareseriyê dixwazin, aştiyê dixwazin."

'BILA GEVER NEBE WEK SÛR, CIZÎR Û SILOPIYAYÊ' 

Di çalakiyê de hat diyarkirin ku wê sibê qedexeya derketina derve xwe li Geverê bide der û ji ber vê xizmên windayan ên bi heftane li Geverê çalakiyan li dar dixin nameyek şandin. Name ji aliyê Vahap Canan, ê di salên 1990'î de bavê wî hat windakirin, xwendin. Xizmên windayan ên geverî di nameya xwe de, diyar kirin ku her hefte ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin çalakiya rûniştinê li dar dixin lê wê piştî qedexeya derketina derve nikaribin çalakiya xwe li dar bixin û wiha bang kirin, "Bila Gever nebe wek Sûr, Cizîr û Silopiyayê."

XWE NEGIHANDIN ŞOPA TOLÛK

Piştî xwendina nameyê, ji Mirovên Şemiyê Umît Dîşlî daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê xwend. Dîşlî, li aqûbeta Nûrettîn Tolûkê di sala 1995'an de li Îzmîrê bi awayekî guman hat windakirin, pirsî. Dîşlî got, "Nûrettîn Tolûkê 68 salî li Kadîfekaleya Îzmîrê tevî zarokên xwe dijiya. Tolûk ji bo evrakekî diçe cem keyayê Taxa Guzelyaliyê, lê Tolûk û keya dikevin qirika hev. Piştî giliya keya lê hat gerîn, ew jî ji bo demekê ji malê veqetiya." Dîşlî yê ku pêvajoya windakirina Tolûk vedgot, wiha pê de çû: "Tolûk di 16'ê Adara 1995'an de ji bo kurê wî cihê wî bibêje ew birin Qereqola Kadîfekaleyê. Her çiqas wextê wî yê binçavkirinê bi ser ket jî nehat berdan. Li ser vê parêzer çûn qereqolê, lê li qereqolê ji parêzer re pêşî dibên me ew serbest berdaye û daiwyê dibêjin me bo tedawiyê ew şandiye nexweşxaneyê. Malbata wî li hemû nexweşxaneyan digere lê miaxbin rastî şopa Tolûk nayê."

'BILA AQÛBETA TOLÛK BÊ EŞKEREKIRIN' 

Dîşlî diyar kir ku piştî lêgerîna 9 mehan Tolûk li goristana "kesên nasnameya wan nediyar" hatiye veşartin û wiha got, "Her çiqas sedema mirina wî wek qezaya trênê hatibe tomarkirin jî, mirina Tolûk mirineke bi guman e. Divê tiştên hatin serê Tolûk bo raya giştî bê vegotin û yên wî windakirine divê bên darizandin."

Çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 572'yemîn bi bîr xistina qetilkirina Serokê Baroya Amedê ya Tahîr Elçî ya ku di ser re 15 hefte derbas bûne bi dawî bû.