YRD'ê ji bo Agir Banê mesajek weşand
Kordînasyona YRD'ê ji bo kedkarê çapemeniyê Amanj Resûlî (Agir Banê) yê di 11'ê Adarê de li Şengalê jiyana xwe ji dest da peyameke nivîskî weşand.
Kordînasyona YRD'ê ji bo kedkarê çapemeniyê Amanj Resûlî (Agir Banê) yê di 11'ê Adarê de li Şengalê jiyana xwe ji dest da peyameke nivîskî weşand.
YRD'ê li ser jiyana têkoşînê û kesayetiya Agir Banê de agahî da û diyar kir, ku têkoşîna wî wê bidome.
YRD'ê bibîr xist, ku Agir Banê di sala 1988'an de li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û di sala 2011'an de tevlî nava refên gerîla bû.
YRD di daxuyaniya xwe de got, "Hevrê Agir, tecrûbeya xwe ya li qada gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi karê çapemeniyê re kir yek û bû yek ji kedkarên serketî yê kevneşopiya çapemeniya çiyê. Gava dest bi vî karî kir, ti tecrûbeya xwe tinebû. Tevî vê yekê jî di nava dmeke kurt de bi daxwaz û hewldaneke mezin xwe gihand nuqteyeke ku hînî her tiştî bû. Çend ji taybetmendiyên wî yên sereke ew bû, ku karê xwe bi hesasiyeteke mezin û bi rengekî herî bedew dikir.
Ji ber ku xwest hem gerîlatî hem jî karê çapemeniyê bi hev re bimeşîne, berê xwe da Şengalê. Wî dixwest berxwedana şervanên azadiyê ya li hemberî wehşeta li Şengalê, nîşanî cîhanê bide. Di oxira vê armanca xwe ya mezin de şehîd ket. Tevî pêngava şervanên azadiyê ya li Geliyê Şîlo bû û xwest vê lehengiyê nîşanî tevahiya cîhanêb ide. Mîna hevrê Denîz, li refên herî pêş ê şer, dilê xwe xist bin bar û bi kameraya xwe re careke din li hemberî zaliman derket.
Hevrê Agir tevlî karwanê şehîdên çapemeniya azad bû, ku ji Gûrbeteliyan destpê kir, bi Halîlan re derket asta bilind û bi Rohatan re bû fedaî. Pênûsên me wê li dijî zilmê li her derê rastiyê binivîsînin, wêneyên me wê her tim hêvî û bedewiya li çavên zarokan be, dîmenên me wê maskeyên cinawirên medyayê yên ku civakê bi derewan kor dike, daxînin. Bi rengekî din mirov nikarin xwe bigihînin a rast, a bedew û a baş."
Di daxuyaniya peyama xwe re YRD got, "Hevrê Agir bila çavên te li pşa nemîne, ruhê de şad be. Aramiya te li çiyayên Şengalê bû tofan û hilkişiya ezmanan."