Ji bo sersaxiya şervanê YPG’ê Kirdag ziyareta girseyî
Mala şînê ya li Wanê ku ji bo şervanê YPG’ê Veysel Kirdag (Berxwedan Wan) ê 5’ê Cotmeha 2014’an li Kobanê di têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû û nasnameya wî hefta borî hatibû eşkerekirin, bi awayeke girseyî hat ziyaretkirin.
ANF
WAN
şemî, 12 adarê 2016, 15:58
Di merasîma li mala Şînê ya Bostanîçî de Hevserokên DBP’a Wanê Caziye Dûman, Okkeş Kava, parlamenterên HDP’a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Adem Gever, rêxistinên DBP-HDP yên bajar û navçeyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA û gelek kes amade bûn.
Di mala sersaxiyê de Parlamentera HDP’a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî û bal kişand ser êrîşên leşkerî û siyasî yên dewleta Tirk li hember destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê dimeşîne. Ozgokçe diyar kir ku li hember vê zilmê gelê Kurd li ber xwe dide, wê berxwedana xwe bidomîne jî.
Piştî axaftina Ozgokçe xizmên şervanên YPG’ê Kirdag jî axivîn û wiha gotin: “ Veysel Kirdag şehîdê hemû Kurdistanê ye û em ê heta dawî şopdarê tekoşîna wî bin.”