Li Nisêbînê sewqiyata leşkerî didome

Li Nisêbînê ku terora deweta Tirk dewam dike, piştî sewqiyata duh a bi sedan wesayîtan, îro jî 16 tankên din anîn û li baxçeya dibistanê bi cih kirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku dorpêç û terora deweta Tirk lê didome, sewqiyata leşkerî jî berdewam dike. Wesayîtên zirxî yên ku beriya niha anîn, li wargeha AFAD’ê ya di ketina navçeyê de bi cih kirin, îro jî 16 tankên bi palet sewqî navçeyê kirin. Tank li baxçeyê dibistana Amadeyî ya Anadolû ya Emîre Gozluyê bi cih kirin û bi brandayê ser girtin.

Wesayîtên zirxî yên li ser rêya nexweşaneya kevin bi cih kirine jî ji saetên sibehê ve dest bi gulereşandinê kiribûn û bi navber didomîne.