Cenazeyê Asya bi qurnefîlan hate oxirkirin
Endama YPS-Jinê Asya Taşçi ya li Sûrê jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê hate oxirkirin.
Endama YPS-Jinê Asya Taşçi ya li Sûrê jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê hate oxirkirin.
Cenazeyê endama YPS-Jin Asya Taşçi ya li navçeya Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Cenazeyê Taşçi piştî ku rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Gazî Yaşargîlê 21 rojan şûn de teslîmî malbatê hate kirin û piştî li Amedê wecîbeyên olî hate bicihanîn anîn Sêrtê.
Canezeyê Taşçi li ser rê li Êlih û Misircê bi girseyê hate pêşwazîkirin û serê sibehê anîn Sêrtê û li Goristana Şêx Mûsa ji aliyê hezaran kesan ve bi tîlîlî û çepikan ve hate pêşwazîkirin. Polîsan sloganên ku hatin avêtin kir hincet û bombeyên gazê avêtin gel. Ji ber vê yekê jî demekê rageşî darket.
Welatiyan cenaze li ser milên xwe anîn û li vir bi duayan defin kirin.
Piştî rêzgirtinê dayika Taşçi, Mevlude Taşçi axivî û anî ziman ku zilma Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu tenê dikare bi têkoşînê bên pûçkirin. Taşçi qurnefîl danî ser gora keça xwe û got ku êşa dilê wê tenê bi pêkhatina aştiyê wê derbas bibe.
'EM NIKARIN BI BAWERIYÊN XWE CENAZEYÊN XWE DEFIN BIKIN'
Nûnera MEYA-DER'ê ya Sêrtê Bêrîvan Karakoyun jî axivî û got ku dewlet tehamul nake ku ew cenazeyên xwe jî defin bikin. Karakoyun peyama yekîtiyê da.
Gel bi duayan ji goristanê veqetiya.