KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
4 jin û 3 zarokên ji Sûrê derketin hatin girtin, 8 zarok jî hatin revandin
Ji 43 sivîlên di demên cuda de ji Sûr a dorpêçkirî derketin, 4 jin û 3 zarok hatin girtin, 8 zarok jî hatin revandin û radestî saziya dewletê ya 'Xizmetên Civakî û Stirandina Zarokan' (SHÇEK) hatin kirin. -
Zarokên winda yên Sûrê!
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Ji hembêza dayika wan girtina zarokan parçeyek ji Plana Master a Davûtoglû ye. Girtina zarokan û radestkirina stargehên dewletê jî ji ber vê ye." -
Li Geverê êrîşên dewletê dewam dikin
Li Geverê, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî taxên xwerêveberiyê bi dijwarî dewam dikin. -
6 kes li Hezexê hatin binçavkirin
Li Hezexê, di serdegirtina malên li gundê Yarbaşi de 6 kes ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. -
Kerîmî: PDK ji bo karên xwe yên ne li rê binixumîne êrîşî PKK'ê dike
Kerîmî da xuyakirin, ku PDK ji bo dizî û karên xwe yên ne li rê binixumîne, siyasetek dijberiya PKK'ê dimeşîne û êrîşî PKK'ê dike. -
Endezyarên TMMOB'ê: Li Cizîrê qirkirina çandî hatiye kirin
Komek ji 60 mîmar-endezyaran, ji bo lêkolînkirina taxên ji ber topbarana hêzên dewletê veguherîne xirbeyan hatin Cizîrê bang kirin, ku bi karekî hevpar bajar ji nû ve bê avakirin. -
Êrîşa hewayî ya li hemberî Qendîlê
Balafirên şer ên Tirk bombe li çiyayên Qendîlê yên ser bi Herêma Parastinê ya Medyayê barandin. -
Ji NAV-DEM'ê daxuyaniya li ser salvegera komkujiyên Helebçe, Qamişlo û Gazî
Navenda Civaka Demokratîk li Elmanyayê (NAV-DEM) ji ber salvegera komkujiyên Helebçe, Qamişlo û Gazî daxuyaniyek weşand. -
Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Adarê bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Adarê bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roj roja berxwedanê, roja hesabpirsînê û bi eşqa Newrozê re meşa ber bi azadiyê ve ye." -
Ji gerîlayên Yarsanî banga mezinkirina berxwedanê
Ciwanên Yarsanî yên li nava refên gerîla ne, banga xwedîderketina li berxwedana li Bakurê Kurdistanê kirin û gotin, "Azadiya bakur azadiya rojhilat e. Azadiya Sûr û Cizîrê azadiya Kirmanşah e." -
Li Cizîrê ruhê piştgiriyê derdikeve holê
Nerazîbûna Cizîriyan a li dewletê her mezin dibe. Li taxên ku bi hezaran xanî lê hatin xerakirin, gel deriyê xwe li mirovên mala wan nîne vedike. Li hemberî polîtîkaya dewletê ya koçberkirinê, mirov piştgiriya hev dikin. -
Li Helebê şerên dijwar
Di encama bomberana çeteyan a li ser Şêx Meqsûdê kesekî jiyana xwe ji dest da, 4 jî birîndar bûn. Li Eşrefiyê jî di navbera heman komên çete û şervanên YPG’ê de şerên dijwar diqewimin. -
Li hember taxên berxwedanê bi çekên giran êrîş
Li taxên Nisêbînê ya ku berxwedana xwerêveberiyê didome ji wesayîtên zirxî ketober gule tên reşandin, li Taxa Abdulkadîrpaşa ya ku êrîş li ser dijwar bû, trafoyên ku di encama êrîşan de ziyan dîtine jî rê nayê dayîn ku bên çêkirin. -
Mîstûra: Hevdîtinên Cenevreyê wê di navbera 14-24’ê Adarê de pêk were
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra ragihand, têkildarî şerê Sûriyeyê hevdîtinên Cenevreyê wê di navbera 14-24’ê Adarê de pêk were. -
Şopên terora dewletê – lll
Şopên terora dewleta Tirk wiha ketin dîmenên ANF’ê…. -
Ji bo Sûrê banga çalakiya saet 19.00’an!
Li hember êrîş û qetlîamên dewleta Tirk ên li ser navçeya Sûr a Amedê îro saet 19.00’an ji bo çalakiyê bang hat kirin. -
5 şervanên YPG’ê hatin oxirkirin: ‘Em ê şopdarê wan bin’
Li Kobanê û Dirbêsiyê 5 şervanên YPG’ê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. Di merasîma cenaze de peyama, “Em soza dilsoziya şehîdan didin” hat dayîn. -
Li Şêxmeqsûdê 4 sivîl birîndar bûn
4 welatiyên Taxa Şêxmeqsûdê ji ber topbarana komên çekdar ên opozîsyonê birîndar bûn. -
Li Sûrê şer berdewam dikin
Êrîşên qirkirinê yên li dijî berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûrê di roja 99. de berdewam dike, şerên dijwar pêk tên. -
Welat Omer: AKP'ê nikare vîna gelan bişkîne
Serokê desteya Tendirûstiyê yê li Kantona Kobanê Welat Omer ji Ajansa me ANF'ê re êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û destekdayina AKP'ê ya ji komên çeteyan re nirxand. -
Ji wesayîta zirxî mînîbus hat gulebarandin: kesek hat qetilkirin û kesek birîndar bû
Li Taxa Esentepe ya Geverê hêzên dewleta Tirk li Xaçerêya YSE'yê mînîbûsa rêwiyan gulebaran kirin. Di gulebaranê de welatiyê bi navê Îlhan Engîn jiyana xwe ji dest da Ferhat Gulseven jî bi giranî bi rînda bû. -
5 cenazeyên din anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê
Li Hezexê cenazeyên 5 kesên din ên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û di bin enqazê de mabûn jî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. -
3 şervanên YPG’ê hatin defnkirin
Bi sedan kesî cenazeyên şervanên YPG’ê Egîd Salihiyê, Rustem û Rênas ên 5’ê Adarê di berxwedana derdora bajarê Şedadê de jiyana xwe ji dest dan, spartin axê. -
Çalakiya Konê Berxwedanê yê li Strasboûrgê di roja 16. de ye
Çalakiya Konê Berxwedanê yê li pêşiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Konseya Ewropa (KE) di roja 16. de ye. -
Bomberdûmana li hemberî qadên gerîla dewam dike
Êrîşên artêşa Tirk ên bi obus, hawan û tankan ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.