Ji gerîlayên Yarsanî banga mezinkirina berxwedanê

Ciwanên Yarsanî yên li nava refên gerîla ne, banga xwedîderketina li berxwedana li Bakurê Kurdistanê kirin û gotin, "Azadiya bakur azadiya rojhilat e. Azadiya Sûr û Cizîrê azadiya Kirmanşah e."

Ciwanên Yarsanî yên li nava refên gerîla ne, banga xwedîderketina li berxwedana li Bakurê Kurdistanê kirin û gotin, "Azadiya bakur azadiya rojhilat e. Azadiya Sûr û Cizîrê azadiya Kirmanşah e."

Li çar parçeyên Kurdistanê, Kurd xwe bi PKK'ê re bi rêxistin dikin û li hemberî êrîşan li ber xwe didin. Bi PKK'ê re Kurd kevneşopî û çanda xwe diparêzin. Ciwanên Kurd ên xwedî li rastiya gelê xwe derdikevin, berê xwe didin çiyayê Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla dibin. Ciwanên Yarsanî yên li herêma Kirmanşah a Rojhilatê Kurdistanê dijîn jî, tevlî nava refên gerîla dibin. Ciwanan bang li civaka Yarsan kirin ku xwedî li berxwedana li Bakurê Kurdistanê derkeve. Gerîlayên HPG'ê yên Yarsanî ji ANF'ê re axivîn.

'LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ ŞER DIQEWIME'

Gerîlayê HPG'ê Çalak Tolhildan da xuyakirin, ku dewleta Îranê li hemberî civaka Yarsan a li herêma Kirmanşah a Rojhilatê Kurdistanê dijî, polîtîkayeke taybet dimeşîne û got, "Lê belê civaka Yarsanê li hemberî van polîtîkayan li ber xwe dide. Çanda xwe diparêze. Şêweyê jiyanê yê PKK'ê û çanda me nêzî hev in. Civaka Yarsanê bi hêsanî nakeve bin serweriya kesî. Bi dewletê ve girêdayî nîne. Yarsanî hurmeteke mezin nîşanî hemû çandên li Rojhilatê Kurdistanê. Çawa ku bi rêzdarî nêzî pîrozmendiyên xwe dibe, heman rengî nêzî pîrozmendiyên gelên din jî dibe."

Gerîla Tolhildan diyar kir, niha li çar parçeyên Kurdistanê berxwedan heye û berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya li Cizîr, Amed û Sûrê silav kir.

Gerîla Tolhildan got, "Gel dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Di nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd de dewleta Tirk û Îranê bi hev re tevdigerin. Dixwazin vîna gelê Kurd bişikînin. Dixwazin gel tine bikin. Lê belê gelê Kurd li Rojhilata Navîn li ber xwe dide. Niha li çar parçeyên Kurdistanê şerek diqewime. Gelê Bakurê Kurdistanê bi xurtî li ber xwe dide. Bêguman di vî şerî de şehîd jî tên dayîn. Dijmin nikare vîna gel bişikîne. Roj bi roj ev vîn mezin dibe." Tolhildan destnîşan kir ku di rewşa heyî de vîna Tirkan şikestiye û ji gelê Kurd ê berxwedêr re serketin xwest.

'AZADIYA BAKURÊ KURDISTANÊ AZADIYA ROJHILATÊ KURDSITANÊ YE'

Gerîlayê HPG'ê Simko Dalaho jî diyar kir, civaka Yarsan ji sê parçeyan pêk tê û got, "Xalxanî, Goran û Sancavî ye. Dewleta Îranê zextê li wan dike. Lê belê berxwedana gel heta roja îro dewam dike. Çanda xwe parast. Gelek tiştên ku Yarsanî pîroz dibînin hene. Ji ber ku ji çanda Zerduştî tê, gelekî bi xwezayê ve dilsoz e. Bêguman xwedî li çand û hevneşopiya xwe derketiye. Heta roja îro cewhera xwe parastiye. Di roja îro de jî civak kincên xwe yên gelêrî li xwe dike."

Dalaho ragihand, civaka Yarsan PKK'ê nas dike û gelekî jê hez dike û got, "Têkoşîna PKK'ê ya ji bo çar parçeyên Kurdistanê, ne tenê bandor li Yarsaniyan kir, bandoreke mezin li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê dike. Malbata min malbateke welatparêz bû. Ji ber vê yekê ji zarokatiyê ve PKK'ê nas dikim. Çanda PKK'ê ji ya me cuda nîne, lewma zû hînê bûm. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bûm, min zêde zehmetî nekişand. PKK ji bo çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide.

Gelê Bakurê Kurdistanê îro li hemberî komkujiyên dewleta Tirk berxwedaneke mezin nîşan dide. Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê sûcê li dijî mirovahiyê dike. Banga min li civaka Yarsan, li gelê Kirmanşah, li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ye; divê xwedî li berxwedana li Bakurê Kurdistanê derkevin. Pêwîste destekê bidin berxwedana li Bakurê Kurdistanê. Ji ber ku azadiya Bakurê Kurdistanê azadiay Rojhilatê Kurdistanê ye. Azadiya Sûr û Cizîrê azadiya Kirmanşahê ye."

...