4 jin û 3 zarokên ji Sûrê derketin hatin girtin, 8 zarok jî hatin revandin

Ji 43 sivîlên di demên cuda de ji Sûr a dorpêçkirî derketin, 4 jin û 3 zarok hatin girtin, 8 zarok jî hatin revandin û radestî saziya dewletê ya 'Xizmetên Civakî û Stirandina Zarokan' (SHÇEK) hatin kirin.

Ji zarokên ji Sûr a dorpêçkirî derketin K. Ş. (11), T. A.(7), G. A.(10), R. A. (7), M. A. (6), O. A.(4). Ş.T. (9) û zarokekî navê wî nehat zanîn hatin revandin û radestî saziya dewletê ya 'Xizmetên Civakî û Stirandina Zarokan' (SHÇEK) hatin kirin.

Ji 43 sivîlên di demên cuda de ji Sûra lê asê mayî derketin, 4 jê jin û 3 jê zarok 18 sivîl ahtin girtin. Dayika Bêrîtan Tosûn a 2 salî Remziye hat girtin, xwişka wê Şevîn a 10 salî jî ji saziya dewletê ya SHÇEK re hat şandin. Tevî vê yekê, zarokekî ji aliyê mejî ve astengdar, ku rapora xwe jî heye, bi îdîaya "endametiya rexistinê" hat girtin. Mervan Çoban ê 17 salî jî yek ji zarokên hatine girtin e. Ji zarokên radestî SHÇEK hatin kirin dayik û bavê G.A., R.A., M.A. û O.A piştî ji Sûrê derketin, hatibûn binçavkirin û dûre hatibûn berdan.

4 JIN HATIN GIRTIN

Senîha Surer, Remziye Tosûn, Reyhan Kavak û Emîne Abîş ên zêdeyî 3 mehan taxa xwe ya li Sûrê neterikandin, hatin girtin. Hulya Erdogan, Aynûr Arslan, Fatma Kaya û Seda Arslan jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Welatiyên din ên hatin girtin ev in: Mervan Çoban, Îhsan Bîter, Mehmet Salîh Pasîn, Îhsan Karatay, Mesût Aygul, Mehmet Çoreşoglû, M. Can Alpaydinci, Cengîz Abîş, Bedrî Ogûz, Umît Ozkan, Denîz Ateş, Mehmet Şah Pervane.