5 cenazeyên din anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê

Li Hezexê cenazeyên 5 kesên din ên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û di bin enqazê de mabûn jî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

Li Taxa Turgut Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê cenazeyê 5 kesên ku di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dabûn û di bin enqazê de mabû hatin derxistin. Cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

Îro hejmara cenazeyên ku ji taxê hatin derxistin bû 17, bi van cenazeyên ku rakirin nexweşxaneyê ve di nava 22 rojan de 61 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.