Kerîmî: PDK ji bo karên xwe yên ne li rê binixumîne êrîşî PKK'ê dike
Kerîmî da xuyakirin, ku PDK ji bo dizî û karên xwe yên ne li rê binixumîne, siyasetek dijberiya PKK'ê dimeşîne û êrîşî PKK'ê dike.
Kerîmî da xuyakirin, ku PDK ji bo dizî û karên xwe yên ne li rê binixumîne, siyasetek dijberiya PKK'ê dimeşîne û êrîşî PKK'ê dike.
Rewşenbîrê ji Başûrê Kurdistanê siyasetmedarê berê Alî Kerîmî da xuyakirin, ku PDK ji bo dizî û karên xwe yên ne li rê binixumîne, siyasetek dijberiya PKK'ê dimeşîne û êrîşî PKK'ê dike.
Kerîmî der barê mijarê de bersiv da pirsên ANF'ê.
PDK ROJEVÊ BEREVAJÎ DIKE
Di rewşeke ku li herêmê êrîşên ewçend giran li hemberî Kurdan tê kirin û krîzeke kûr a siyasî û aborî li Başûrê Kurdistanê heye de, gelo çima PDK'ê propagandeyeke mîna 'PKK wê li Başûrê Kurdistanê raperînê bike?' da destpêkirin?
PDK di rêvebeiya herêmê, îdare û dewamkirina desthilatdariya xwe de şikestiyeke mezin dijî. Di rûdana vê şikestinê de rola malbata Barzanî diyarker e. Ji ber ku ew vê şikestinê dibînin, krîzan li ser krîzan diafirînin. Bi vê yekê re bala gel dikişînin ser aliyekî cuda û dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin.
Rojekê radibin dibêjin, 'Em li hemberî DAIŞ'ê şerekî bê eman dimeşînin, bila dengekî dijber ji kesî dernekeve'. Rojekê radibin dibêjin, 'em petrolê nafiroşin, lewma nikarin mûçeyan bidin' û hewl dide gel bêdeng bikin. Ev çend sal in bi van gotin û rojevan re emrê xwe dirêj dikin.
Herî dawî rabûn gotin, 'PKK û tevgera Goran ji bo têkbirina hikûmetê wê dest bi raperînê bikin' û bi vî rengî ji xwe re rojevek afirandin. Ev îdîa dûrî ji aqil e, lewma zarokek jî jê bawer nake.
PKK a ku li hemberî dîktatorekî faşîst ê mîna Erdogan şerekî bê eman dimeşîne, wê ji bo çi rabe bi Tevgera Goran re serhildanekê li vir bide destpêkirin? Ev îdîayeke derew a PDK'ê ye ku ji bo berevajîkirina rojeva gel hatiye kirin e. Ji xwe daxuyaniyên Birêz Karayilan ên di vî warî de, ji bo her kesên bi aqil, têra fêmkirinê dike.
Ne Tevgera Goran ne jî PKK ranabin tiştekî bi vî rengî li Başûrê Kurdistanê nakin. Bi îdîayên bi vî rengî re radibin gel dixapînin. Ji bo dizî û karên xwe yên ne li rê binixumînin, rojeveke bi vî rengî diafirînin.
Ya ku di vir de balê dikişîne ew e ku navên PKK û Tevgera Goran di nava heman îdîayê de tên bilêvkirin. Li gorî we divê mirov vê çawa bixwînin?
Haya we jê heye; di 12'ê Cotmehê de PDK'ê Serokê Parlamentê yê ji Tevgera Goran ji wezîfeyê girt û dest danî ser 4 wezaretan. Ji ber ku Tevgera Goran, li pêşiya dizîtiya çekên ji derveyî welat tên û karên ne li rê, weke astengî didît. Tevî van karên xwe yên ne li rê, ji bo mûçeyên gel jî nedin rabûn Tevgera Goran hedef girtin.
Xusûseke din a girîng jî ew e; ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku PDK bi awayekî vekirî dijminatiyê li Rojava dike. Bi vê yekê re dijminatiyê li PKK'ê jî dike.
Ji ber van her du rewşan, ev her du rêxistin anîn gel hev. Binêrin; li hemberî YNK'ê ranabe. Çima? Ji ber ku YNK li Başûrê Kurdistanê xurt e. Li beşeke girîng a Başûrê Kurdistanê serweriya xwe ya leşkerî heye. Lê belê ji ber ku Tevgera Goran mîna YNK'ê xwedî hêzeke leşkerî nîne, tevî PKK'ê hedef digire.
GEL DIXAPÎNIN
Gelo raya giştî baweriya xwe bi van îdîayan tîne?
Na, bi ti awayî baweriya xwe pê nîne. Nikarin zarokan jî bixapînin. Mîna ku min got; dixwazin gel bitirsînin, bêdeng bikin. Li gorî hesabê wan; gel çiqasî vê xeteriyê bibîne wê li hemberî PDK'ê ranebe. Min berî niha jî got; rojekê bi xeteriya DAIŞ'ê, rojekê bi 'nefirotina petrolê', rojekê bi gotina 'PYD li Rojava pêşî li me digire', rojekê jî bi gotina 'PKK-Goran tifaqê dikin' re hewl didin çavên gel bitirsînin û emrê xwe dirêj bikin. Ev yek planên Mesût Barzanî ne.
Di rewşa heyî de li herêmê krîzên girîng ên siyasî û aborî hene. Partî nikarin li hev bicivin û pirsgirêkan çareser bikin. Lê belê di dema dawî de PDK û YNK bi nûkirina 'peymana stratejîk' a di navbera xwe de dixwazin van pirsgirêkan çareser bikin. Gelo bi vê rêbazê re pirsgirêk dikarin bên çareserkirin?
Na, ew bi vî rengî nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Baş e, wê çaxê mina li ser hev civînan dikin? Ji ber ku li herêmê rastiyeke bi vî rengî heye. Hêzên leşkerî yên van her du partiyan, herêm di navbera xwe de parve kirine. Aliyek nikare yê din tine bike. Bi salan li hemberî hev şer kirin, lê nikarîbûn bi hev.
Di vir de faktora Goran dîsa dikeve dewrê. Niha mîna berê bi tenê du partî nîne. Êdî tevgereke mîna ya Goran heye. Li gorî min, ji bo Tevgera Goran a herî baş ew e ku bibe hêzeke xurt û bi bandor a mûxalefetê. Ya rast ew e; rêxistinbûyîna xwe ya demokratîk û çalakiyên xwe li gorî hilbijartinên 2017'an amade bike. Li gorî min, diviyabû YNK jî li hemberî Tevgera Goran neketibûya nava lêgerîneke bi vî rengî ya tifaqê. ji ber ku di vê krîza siyasî û aborî de yê herî zêde zerarê dibîne, gelê Başûrê Kurdistanê ye.
ERDOGAN DIXWAZE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIKE WÎLAYETA OSMANIYA NÛ
Mijareke din a girîng ew e ku Erdogan ji bo Başûrê Kurdistanê dibêje 'me li wir şaşîtî kir'. Birêz Karayilan jî di daxuyaniyeke xwe de got, "Xete timî li benda sererastkirinê ye. Eger vê dibêje, hingî li firnsendê digere, ku destketiyên Başûrê Kurdistanê tine bike'. Dema krîza navxweyî jî li ber çavan were girtin, ev yek wê ji bo dema pêş xeteriyeke çawa bi xwe re bîne?
Li Başûrê Kurdistanê sê xalên cihê tirsê hene. Ya yekemîn; aciziya gel a ji rêveberiyê. Eger rojekê gel biherike kolanan, rabe serhildanê, hingî her kes wê zerarê bibîne.
Xeteriya duyemîn jî; xeteriya Îranê ye ku her di kemînê de ye. Ev yek jî wê hevsengiya li navbera qadên kesk (YNK) û zer (PDK) xera bike û alî wê di binê vê de bimîne.
Ya sêyemîn jî; herêma Başûrê Kurdistanê ji bo dewleta Tirk herêmeke gelekî girîng e. Bi taybetî ji ber polîtîkayên şaş ên PDK'ê yên çar salên dawî, dewleta Tirk dewlemendiyên herêma Kurdistanê didize û bi xwe re dibe. Bêguman ew jî timî di kemînê de ye.
Pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê, ji biçûk heta mezinan baş zanibin ku dewleta Tirk ti carî nabe dostê Başûrê Kurdistanê. Eger Erdogan dostê gelê Kurd bûya, wê projeya aştiyê ya li bakur neqedandibûya. Erdogan dixwaze bibe sûltanê Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê jî, ji bo Başûrê Kurdistanê bike wîlayeteke Osmaniya nû, çav berdaye vê derê. Lê li gorî min, ev yek wê ji bo Erdogan bi tenê xewnek be. Ji ber ku bi siyaeta xwe re hem li herêmê hem jî li cîhanê gelekî bi tenê maye. Lewma divê rêveberî û hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî li dijî Erdogan û hikûmeta AKP'ê siyaseteke bi wêrekî bimeşînin.
Mîna ku rayedarên PKK'ê timî destnîşan dike; dewleta Tirk wê bi vê biharê re bikeve nava krîzeke mezin. Lê belê eger hikûmeta Başûrê Kurdistanê guh nede van hişyariyan û hînê jî hêkên xwe bixe selika Erdogan, wê hingî bi Erdogan re bişewite.
Tûrîzm ku di aboriya Tirkiyeyê de xwedî cihekî girîng e, îsal bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye. Ne ji Ewropa ne jî ji Rûsyayê îsal tûrîst naçin Tirkiyeyê. Ev yek jî ji bo aboriya dewleta Tirk tê wateya valahiyeke mezin. Tevî van hemû rastiyan jî eger hikûmeta Başûrê Kurdistanê hînê mîna hevparê Erdogan tevbigere, wê çaxê hemû şikestinên desthilatdariya Erdogan wê bê serê hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî.
JI BO SERXWEBÛNÊ DILEKÎ ŞOREŞGERÎ DIVÊ, BI MEJIYÊ EŞÎRÎ NABE
Herî dawî dixwazim vê ji we bipirsim. Serokê PDK'ê Mesût Barzanî tîmê ji bo Kurdistanê qala serxwebûnê dike. Lê belê dema qala vê dike hîç siberoja Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê naxe rojevê. Bi nedîtina qewimînên li van her sê parçeyan re gelo ragihandina serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê çiqasî rasteqîn e? Yan jî helwesteke çiqas rast e?
Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim. Malbata Barzanî ti carî siyaseteke neteweyî nemaşendiye. Ji bo talan û dizîtiya xwe binixumîne, qala serxwebûnê dike. Serxwebûn bi vî rengî nabe. Serxwebûn bi mejiyê malbatî, bi nêzîkatiya reîsê eşîrî nabe. Her kes bi vê dizane.
Baş e, çima vê yekê timî bilêv dike? Ji ber ku li dora wî gurûheke berjewendîparêz heye. Xwe qaşo mîna rewşenbîran nîşan didin. Ji wan re dibêje 'binêre ez dewletê îlan dikim'. Bi wan re propaganda vê dide kirin.
Ji bo îlana serxwebûnê, vîn û berxwedêrî pêwîst e. Karê mirovên şoreşger e. Bingeha aborî û siyasî ya vê divê. Li cihekî ku dizîtî lê serdest e, gelo mirova çawa dikarin qala serxwebûnê bikin. Zîhniyetek xwe dispêre Erdogan û Îranê, gelo xwedî vîneke çawa ye? Lewma divê mirov bi ti awayî ji vê propagandayê bawer nekin. Ti referandûmeke ku ew bidin kirin nîne. Ji xwe herêma YNK'ê li hemberî vê referandûmê ye. Ji min bêhtir malbata Barzanî bi vê rastiyê dizane. Lê belê ji bo razandina gel û qebûlkirina polîtîkayên xwe vê dike. Rojekê radibin ji bo serxwebûnê referandûmê dixin rojevê, rojekê jî xeteriya DAIŞ'ê derdixînin pêş. Bi vî rengî dixwazin gel bêdeng bikin. Bi kurt û kurmancî; dewleteke Kurd li ser polîtîkayên derew û şaş, li ser dizîtî û nelirêtiyê ava nabe.