Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Adarê bibîr anî

Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Adarê bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roj roja berxwedanê, roja hesabpirsînê û bi eşqa Newrozê re meşa ber bi azadiyê ve ye."

Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Adarê bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roj roja berxwedanê, roja hesabpirsînê û bi eşqa Newrozê re meşa ber bi azadiyê ve ye."

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên meha Adarê bibîr anî. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Bihara 2016'an ku em ê têkoşînê bi azadiyê re tacîdar bikin, ji niha ve heq dike ku weke 'Bihara Kurdan' bê pênasekirin. Şerê berxwedanê, ku 40 sal in li hemberî îşkence, birçîbûn, înkar û tinekirinê tê meşandin, bi her tiştê xwe re şerekî cesaret, fedekarî û kedeke awarte bû. Her tişt bi xwîna şehîdan afirî û wan lehengên me yên bê nav, bi çalakiyên xwe yên mezin re dîrokeke nû nivîsandin. Ev berxwedana mezin a bi pêşengiya PKK'ê hat nîşandan, weke berxwedana herî esîl û bi rûmet a dîroka mirovahiyê û şoreşan, li dîrokê neqişî ye. Mîna ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan dibêje, "Di rastiya gelekî têkçûyî de, di dozeke neteweyî ya ku bermayiyeke hêviyê jî lê nemabû de, di nava rewşeke tinebûna însanetiyê de, berxwedaneke bi vî rengî tê wateya temsîlkirina rûmeta mirovahiyê."

Weke partiya berxwedanê PKK, bi dilsoziya bi rastiya şehîdan re, ku afirînerên van hemû nirxên me ne, wê bihara Kurdan veguherîne bihara gelan û bike ku alternatîfa jiyana azad bi ser bikeve. Em dizanin, 'Mirin her tim heye, lê nemirîn bi berxwedana bi lehengiyê re dibe'. Em ê bi vê zanibin, em ê li gorî vê rastiyê li ber xwe bidin, bêyî ku ji bîr bikin berxwedan yekane rêbaza jiyanê ye, em ê di her gotin û çalakiya xwe de şehîdên xwe bilind bikin û bi ser bikevin.

Em şehîdên meha Adarê, ku gelek şehîdên me yên leheng di vê mehê de dîrokî bûne, bi minetdarî bibîr tînin, di şexsê van şehîdên xwe dem careke din soza xwe ya serketinê dubare dikin.

Li ser vê bingehê:

Ji şehîdên me yên partîbûyînê hevrêyê me Hidir Baran ê ji Riha-Sêweregê, piştî merasîmeke cenaze ya 8'ê adara 1980'yî ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin. Li hemberî zîhniyeta faşîst a digot, 'Em ê êşeke ku qet neyê bîra wan bi Kurdan bidin kişandin', em ê berxwedaneke mezin a bi be kabûsê vê zîhniyeta faşîst nîşan bidin û soz didin ku em ê tola wî hilînin.

Hevrê Rizgar-Ahmet Ergîn ê ji navçeya Êlih Qubînê, ku di sala 1980'yî de tevlî nava refên têkoşînê bû, di 3'ê Adara 1986'an de li navçeya Sêrt Hawêlê şehîd ket. Em hevrêyê xwe yê nîşaneya cesaret û dilnizmiyê ye bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin, ku em ê mîrateya wî ji me re hiştiye bi serketinê re tacîdar bikin.

Hevrê Rustem-Îbrahîm Bulbul ê ji Kayserî-Sarizê, di sal a1989'an de tevlî bû, di 12'ê Adara 1990'î de tevî sê hevalên xwe li Engîzekê şehîd ket. Li ber bîranîna wan em bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin û soz didin ku heta serketinê em ê bibin şopdarên wan.

Em 13 hevrêyên xwe yên li gundê Girê Sera yê Mêrdîn/Stewrê di 13'ê Adara 1990'î de ji ber jehra ajanekî ji ser hişê xwe çûn û hînê baş nehatibûn ser hişê xwe li hemberî dijmin şer kirin û şehîd ketin; di şexsê endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Salîh-Abdullah Avci yê ji Rihayê yê di sala 1978'an de tevlî bû, Sari Huseyîn-Suleyman Arslan ê ji Elezîz-Depê yê di sala 1978'an de tevlî bû û Zana-Kamûran Dundar ê bi şehdeta xwe re bû wesîleya destpêkirina serhildanên dîrokî yên Nisêbîn û Cizîrê, bi rêzdarî bibîr tînin. Em ê van 13 hevrêyên xwe ji bîr nekin û li hemberî zextên komkujiyê em ê bê merhamet be.

Hevrêyê me Haydar-Zekî Bûdak ê ji Elezîz-Şanîkê yê di sala 1977'an de tevlî bû, di 4'ê Adara 1991'ê de li Semsûrê di şer de şehîd ket. Em hevrê Haydar ê ku ji zîndanê heta qada Rêbertiya partiyê, ji wir jî heta çiyê çîrokek berxwedanê nivîsand, bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin, ku em ê destana wî ya berxwedanê mezin bikin.

Di 14'ê Adara 1991'ê de hevrêya me Rojîn-Terfa Yildirim a ji Mêrdîn Nisêbînê ya di sala 1988'an de tevlî bû, di şerekî li dijî dijmin ê li Mehsertê de tevî 3 hevalan şehîd ket. Em hevrê Rojîn a ku vîna jina azad bi awayekî bi rûmet temsîl kir û hevrêyên pê re şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bi pêşengiya jinê em ê jiyana azad ava bikin.

Hevrê Mahîr-Fîkret Ozen ê ji Wan-Elbakê yê di sala 1989'an de tevlî bû, di Adara 1992'an de di şerê li dijî hêzên noker-xayin, li qada Xakurkê bi lehengî li ber xwe da û gihîşt şehadetê. Ji bo bîranîna wî em soz didin ku em ê xeta wî li her qada Kurdistanê serdest bikin.

Di 4'ê Adara 1993'an de hevrê Cotkar-Bulet Dogan ê ji Mûş-Gimgimê yê di sala 1992'an de tevlî bû, li Erzîrom-Xinisê şehîd ket. Em soz didin ku em ê layiqî bîranîna wî bin, wî bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.

Hevrê Zana-Abdulcafer Bûlût ê ji Mêrdîn-Stewrê yê di sala 1993'an de tevlî bû, di 7'ê Adara 1994'an de di şerekî li Stewrê de tevî 3 hevalên xwe şehîd ket. Em van hevrêyên xwe yên li dijî xiyanetê xeta berxwedanê heta mirinê temsîl kirin bi rêzdarî bibîr tînin û soza didin ku em ê xiyanetê ti carî bê ceza nehêlin.

Hevrê Kayser-Mahmût Omer Simo yê ji Efrînê ku di sala 1990'î de tevlî bû, di Adara 1994'an de li gundê Nergele şehîd ket. Bi rêzdarî û minetdarî em bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînin, soza serketinê dubare dikin.

Hevrê Mehmet Can-Mehmet Can Erdogan ê ji Sêrt-Dihê yê di sala 1993'an de tevlî bû, di 8'ê Adara 1997'an de li Botanê tevî 8 hevalên xwe bi fedaî şer kirin û şehîd ketin. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza avakirina civaka azad didin.

Di 1'ê Adara 1999'an de, hevrê Xelîl-Tûran Emînogûllari yê ji Çewlik-Bongilanê yê di sala 1992'an de tevlî bû, li çiyayên Koxê ji ber şert û mercên dijwar ên xwezayê tevî 2 hevalan şehîd ket. Em bi biryar in xeyalên wan ên nîvcomayî pêk bînin. Bi rêzdarî em bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.

Hevrê Pinar-Pinar Sûvan a ji Dêrsimê ku di sala 1997'an de tevlî bû, di 9'ê Adara 1999'an de li geliyê Laç di şer de tevî 14 hevalan gihîşt şehadetê. Em van hevrêyên xwe yên ku vîna Kurdê nû û azad ê teslîm nayê girtin temsîl dikirin bi rêzdarî bibîr tînin û destnîşan dikin, ku em ê hesabê hemû komkujiyên li hemberî gel û gerîlayan bipirsin.

Hevrê Gulîstan-Şadiye Tekîn a li Îzmîrê ji dayik bû (Bi eslê xwe ji Mûşê ye) ku di sala 1996'an de tevlî bû, 10'ê Adara 2000'î de li Çewlikê di şerekî li hemberî hêzên dijmin de gihîşt şehdetê. Em hevrêya xwe ya heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer kir û gihîşt şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku ji bo bîranîna wê em ê xwe bigihînin rastiya gelê şervan.

Herê Rebîn-Nasir Kadîrzade yê ji Mahabadê, ku di sala 1998'an de tevlî bû, di 6'ê Adara 2003'an de ji ber nexweşiyekê şehîd ket. Em hevrêyê xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.

Di şexsê van hevalên navên wan hatin bilêvkirin de em hemû şehîdên meha Adarê bibîr tînin û radigihînin, ku ji bo pêkanîna armanca wan a 'welatê azad, rêberê azad' em ê hîn bi fedaî têbikoşin û berxwedana xwerêveberiyê li her cihî belav bikin. Bi berxwedaneke hîn berfireh, hîn rêxistinbûyî û hîn milîtanî re em ê vê biharê bikin bihara azadiyê. Hêzên rejîma faşîst ên taybet ên AKP'ê, wê li lpêşberî ciwanên kurd, li pêşberî jinên Kurd ên azad, li pêşberî milîtanên fedaî yên Apoyî têk biçin û di serî de komkujiya li Cizîrê wê hesabê hemû komkujiyan qat bi qat bê pirsîn. Em bi biryar in ku berxwedana esîl a hevalên Mehmet Tûnç û Mehmet Yavûzer ên gotin 'em ê li ber zilimkaran neyên ser çokan' esas bigirin û tola hemû berxwedêrên Cizîrê hilînin. Roj roja berxwedan, hesabpirsîn û bi eşqa Newrozê re meşa ber bi azadiyê ve ye! Di serî de gelê me em bang li hemû hêzên çep û demokratîk dikin, ku hîn bêhtir tevlî têkoşîna ji bo têkbirina AKP'ê bibin û jiyana azad ava bikin.

Divê her kes zanibe; berxwedanên xwerêveberiyê wê bi ser bikevin, xeta Erdogan û Davûtoglû wê winda bike!

Li ser vê bingehê em şehîdên xwe careke din bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya serketinê dubare dikin."

...