Li Şêxmeqsûdê 4 sivîl birîndar bûn

4 welatiyên Taxa Şêxmeqsûdê ji ber topbarana komên çekdar ên opozîsyonê birîndar bûn.

4 welatiyên Taxa Şêxmeqsûdê ji ber topbarana komên çekdar ên opozîsyonê birîndar bûn.

Komên çekdar ên girêdayî Îtîlafa Sûriyeyê û ENKS’ê saet di 16.00’an de careke din êrîş birin ser Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê. Çekdaran ji gelek aliyên taxê bi hawan û cereyên gazê êrîş pêk anîn.

Di encama topbaranê de 4 hemwelatiyên sivîl birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a taxê.

Topbaran heta kêliya amadekirina vê nûçeyê jî dewam dikir.