Welat Omer: AKP'ê nikare vîna gelan bişkîne

Serokê desteya Tendirûstiyê yê li Kantona Kobanê Welat Omer ji Ajansa me ANF'ê re êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û destekdayina AKP'ê ya ji komên çeteyan re nirxand.

Serokê desteya Tendirûstiyê yê li Kantona Kobanê Welat Omer ji Ajansa me ANF'ê re êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û destekdayina AKP'ê ya ji komên çeteyan re nirxand. Omer got: "Bi armanca şkandina vîna gelê Kurd, li Bakur û Rojava hikumeta AKP'ê dest bi êrîşên hovane kiriye, zarok û jinan li bajarên Bakur dikujin. Lê, gelê Kurd ê ku roj bi roj asta têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê mezin dike, wê bi ser keve."

GELÊ ROJAVA Û BAKUR JI HEV QUT NABIN

Omer di hevpeyvîna xwe de diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê sînor xurt bike û têkiliyên Kurdan ên manewî ji hev dûr bixe. Omer wiha axivî: “Bi armanca şkandina vîna gelê Kurd, li Bakur û Rojava hikumeta AKP'ê dest bi êrîşên hovane kiriye, zarok û jinan li bajarên Bakur dikujin û di heman demê de ambargo li ser Rojava dimeşîne. Hê bêtir dever û herêmên Rojava topbaran dike. Berê çeteyên Cebhet El-Nusra û Ahrar El-Şam ên weke leşker ji bo xwe bikar tîne, da Kantona Efrînê û taxa Şêxmeqsûd a li bajarê Helebê, li milê din jî destek dide çeteyên DAIŞ'ê ku êrîşan li ser Kantona Kobanê û Kantona Cezîrê pêk bîne.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Omer teqez kir ku hikumeta AKP'ê çiqas êrîşan bîne ser gelê Kurd û çiqas xendeqan li ser sînorê di navbera Bakur û Rojava de çêke jî nikare vîna gelê Kurd bişkîne.

Omer di axaftina xwe de diyar kir ku ferqa helwesta AKP'ê û ya çeteyên Ahrar Al-Şam, Cebhet Al-Nusra, DAIŞ'ê tineye, wiha dom kir: “Li Bakur dewlet bajaran dorpêç dike, top û tankan davêje sivîlên di malên xwe de û komkujiyan pêk tîne. Li vir jî çeteyên DAIŞ'ê, Cebhet El-Nusra û Ahrar El-Şamê êrîşî bajar û deverên Kurdan dikin. Li Kobanê û Girê Spî çeteyên DAIŞ'ê komkujî pêk anîn, ev tê wateya ku helwesta hêzên terorîst û hikumeta AKP'ê li hember gelê Kurd yek e.”

VÎNA GELAN BINPÊ NABE

Di dawiya axaftina xwe de Omer destnîşan kir ku qirkirin li hember gelên azadîxwaz nabe astengî, got: “Gelê Kurd ê ku roj bi roj asta têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê mezin dike, wê bi ser keve.”