3 şervanên YPG’ê hatin defnkirin

Bi sedan kesî cenazeyên şervanên YPG’ê Egîd Salihiyê, Rustem û Rênas ên 5’ê Adarê di berxwedana derdora bajarê Şedadê de jiyana xwe ji dest dan, spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên şervanên YPG’ê Qiwetlî Ehemed Numan (Egîd Salihiyê), Ehemed Diyab (Rênas) ji pêkhateyên Ereb û Mihemed Hemdan (Rustem) ên 5’ê Adarê di berxwedana li herêma Şedadê de, jiyana xwe ji dest dan, ji Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin. Girseya ku alên YPG û TEV-DEM, her wiha wêneyên şervanan vekiribûn, bê navber dirûşmeyên dilsoziyê  berz kirin, bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ya Hesekê ve derketin rê.

Li rêya goristanê girseya qelebalix cenazeyên şervanan ji wesayîtan daxistin û li ser milan kirin. Girseyê li vir jî bê navber dirûşme qîr kirin û heta goristanê meşiyan. Li vir merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Serokê Desteya Kar û Barê Şehîdan ê Kantona Cizîrê Rêzan Gulo axivî û sersaxî ji malbatên sê şervanan û hemû cangoriyên azadiyê re xwest û soza şopandina rêya wan dan.

Di merasîmê de her wiha Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ Dozdar Hemo jî axivî û got ku serkeftinên li Rojava bi saya berxwedana berdêlên hate dayîn in û wiha dom kir: “Êrîşên niha li ser taxa Şêxmeqsûd têne kirin,ne tenê li dijî gelê Kurd in, lê belê ew li dijî hemû gelê Sûriyê ye. Em êrîşên li dijî Şêxmeqsûd bi tundî şermezar dikin û em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya berxwedana wan bikin.”

Di berdewama merasîmê de Serokê Desteya Kar û Barê Civakî yê kantona Cizîrê Dijwar Ehmed li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk axivî û berxwedana şervanên QSD’ê ku herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin silav kir û wiha dom kir: “Gelê Rojava bi israr parastina jiyana hevbeş, xwişk û biratiya gelan dikin. Niha li çeperên berxwedanê Kurd, Ereb, Suryanî û hemû pêkhateyên din ji bo parastina Sûriyê şer dikin û parastina herêmê dikin.”

Di merasîmê de li ser navê YPG’ê Zekî Kobanê, li ser navê Partiya Yekîtiya Suryaniyan Xibraîl Şemûn û li ser navê Kongreya Star jî Neda Silêman axivîn. Di axaftinan de berxwedana Rojava hate silavkirin û soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn. Di axaftinan de berxwedana li Bakurê Kurdistanê jî hate silavkirin û êrîşên hikûmeta AKP’ê û serokê wê Erdogan hate şermezarkirin.

Piştî axaftinan sicîlên şervanan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatên şervanan berxwedana li Rojava silav kirin û soza şopandina rêya cangoriyan dan.

Di dawiya merasîmê de girseya gel canzeyên şervanan bi dirûşmeyan spartin axê.