KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çerî ya ku li Wanê hat binçavkirin hat girtin
Xebatkara Navenda Jiyanê ya Jinan Serap Çerî ya ku bi Hevşaredara Sarayê Zîlan Aldatmaz rr hat binçavkirin hat girtin. Aldatmaz serbest hat berdan. -
12 sivîlên ji Sûrê derketin hatin girtin
12 birîndar û sivîlên ku ji Sûrê derketin hatin girtin. Jimara birîndar û sivîlên hatin girtin gihişte 23 kesan. -
Şervanên QSD’ê êrîşa çeteyan a li hember gundê Mekmenê asteng kir
Piştî şervanên QSD’ê gundê Mekmen ê ji çeteyan rizgar kir û şûn de, hewldana çeteyan a êrîşa bi wesayîta bombebarkirî hat astengkirin. -
Kurdistaniyan li pêşiya avahiya DMME’yê çalakiya bi bergan li dar xistin
Kurd li pêşiya avahiya DMME’yê oparasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi awayekî bêdeng protesto dikin, li pêşiya avahiyê çalakiyekî bi bergan li dar xisitin. -
Baydemîr û Atalan çûn çalakiya pêşiya DMME’yê
Çalakiya Kurdistaniyan li ber avahiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi biryarî berdewam dike. Îro parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr û Alî Atalan piştgirî dan çalakiyê. -
Ji bo Amediyan banga Sûrê kir: Divê her kes saet 18:00’an ji bo qetlîamê bêje raweste
Hevserokê DBP’ê yê bajarê Amedê Alî Şimşek ji bo qetlîamak li Sûrê pêk neyê û bêje ‘Raweste’ bang li Amediyan kir. -
Hêzên dewleta Tirk êrîşî taxên berxwedanê yên Nisêbînê dikin
Li Nisêbînê ya ku dorpêç û terora dewleta Tirk berdewam dike, wesayîtên zirxî gule li ser Taxa Abdûlkadîrpaşa ya ku berxwedana xwerêveberiyê lê didome reşand. -
Hevşaredarê şaredariya Serayê Aldatmaz hat binçavkirin
Hevşaredarê şaredariya Serayê Zilan Aldatmaz, dema ku Qelqeliyê diçû Wanê hat binçavkirin. -
Di êrîşa çeteyan a li ser Taxa Şêx Meqsûdê de 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku komên çeteyên Ehrar El Şam, El Nûsra û Tûgaya Sûltan Mûrat ên bi hev re tevger dikin duh di saetên şevê de, di encama êrîşa li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê de 16 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da. -
Li Wanê pêşendana wêne ya ‘Bedewbûna Berxwedanê’ hat vekirin
Li Wanê KJA’yê di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de li Parka Sanatê pêşendana wêne ya bi mijara ‘Bedewbûna Berxwedana Jinê’ vekirin. -
Gelê ku xwest ber bi Sûrê ve bimeşe rastî êrîşên polîsan hat
Gelê ku ji navçeya Rezan a Amedê xwest ber bi Sûrê ve bimeşe rastî astengiyên polîsên Tirk hat û her wiha polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kir. -
MLKP’ê ji bo Hoffman û Înce daxuyaniyek da
Şervanên MLKP’ê têkildarî yekemîn salvegera Îvana Hoffman (Avaşîn Tekoşîn Guneş) û Coşkun Înce (Tekoşer Kurdistan) ên li parastina Rojava de jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da. -
HPG’ê 8 gerîlayên li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî
HPG’ê nasnameyên 8 gerîlayên ku di operasyona berfireh a artêşa TC a li derdora gundên Xelîla, Gizrê, Hedilê û Îvan ên girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê daye destpêkirin de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. -
QSD’ê gundê El-Mekmen rizgar kir
Şervanên QSD’ê piştî şer û pevçûnên dijwar gundê El-Mekmen ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Alîkariyên Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Bakurê Kurdistanê didome
Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên bi gelê Bakurê Kurdistanê yê ji ber êrîşên dewleta Tirk mexdûr bûye dewam dike. -
Gerîlayên YJA Star li hember qereqola Şkêr bi çekên giran çalakiyek li dar xistin
Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li hember qereqola Şkêr a li ser sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. -
Li Sûrê bomberdûman: Herî kêm 50 kes birîndar bûn
Li Sûrê cihê ku sîvîl lê bûn dewleta Tirk bomberdûman kir, di nav de zarok jî 50 sîvîl birîndar bûn û 5 kes hatin qetilkirin. -
Ji HPG’ê daxuyaniya Oremarê: 26 leşker hatin kuştin
HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên li hember artêşa Tirk a 4-5’ê Adarê dest bi operasyonê kiribû de 26 leşker hatin kuştin. -
Jimara kesên li Şêx Meqsûdê jiyana xwe ji dest dan gihişt 17’an
Êrîşên komên çeteyan ên li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji roja 6’ê Adarê ve berdewam dikin. -
8'ê Adarê li Kobanê hat pîrozkirin
Li Kobanê bi boneya roja 8'ê Adarê cejna jinên cîhanê civîneke hate lidarxistin. -
Ji Cemîl Bayik û Besê Hozat peyamên li ser Bihara 2016'an
Ji destpêka bihara 2016'an û vir ve li çiyayên Kurdistanê me. Bi Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê re em li ser zivistana 2015'an axivîn. -
Li Oremarê 26 leşker hatin kuştin
Di encama çalakiyên gerîlayên HPG'ê yên li Oremarê de 26 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin. -
Li Hezexê wehşeteke din: Polîsan cenazeyên 10 kesan xistin romorka traktorê û birin nexweşxaneyê
Li navçeya Şirnex Hezexê, hêzên dewleta Tirk cenazeyên 10 kesên li taxa Tûrgût Ozal qetil kirin xistin hundirê romorka traktoreke şaredariyê û bi vî rengî birin Nexweşxaeya Dewletê ya Hezexê. -
Malbatên li Sûrê ev sê meh in cenazeyên xwe dixwazin
Li navçeya Amed Sûrê, dagirkerî û terora dewleta Tirk di roja 97. de ye. Cenazeyên kesên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin hînê radestî malbatan nehatine kirin. -
Li Hezexê 3 kes hatin qetilkirin
Li gundên Dîrseklî û Kûyûlû yên Hezexê ku terora dewletê didome, cenazeyê 3 kesan ku di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dan rakirin nexweşxaneyê.