Li Wanê pêşendana wêne ya ‘Bedewbûna Berxwedanê’ hat vekirin

Li Wanê KJA’yê di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de li Parka Sanatê pêşendana wêne ya bi mijara ‘Bedewbûna Berxwedana Jinê’ vekirin.

Li Wanê KJA’yê di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê de li Parka Sanatê pêşendana wêne ya bi mijara ‘Bedewbûna Berxwedana Jinê’ vekirin.

Di vekirina Pêşendana Wêne ya Bedewbûna Berxwedana Jinê ya li Parka Sanatê de Hevseroka DBP’ê ya Bajarê Wanê Caziye Dûman, Aktîvîstên KJA û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê amade bûn.

Axaftina vekirinê aktîvîsta KJA û Rêvebera DBP’ê ya Bajarê Wanê Nazmiye Acar kir, got: “Eger hûn dixwazin jinekê nas bikin, destpêkê lê guhdar bikin, li nivîsên wê binêrin. Bi boyaxan pêkanînên wê bibînin. Giştî bikin ku hûn karibin jinekê, bedewbûna berxwedana jinan bibînin.” Acar herî dawî hurmetên xwe ya ji bo têkoşerên azadiya jin pêşkêş kir, soza mezinkirina têkoşînê da.