Hêzên dewleta Tirk êrîşî taxên berxwedanê yên Nisêbînê dikin

Li Nisêbînê ya ku dorpêç û terora dewleta Tirk berdewam dike, wesayîtên zirxî gule li ser Taxa Abdûlkadîrpaşa ya ku berxwedana xwerêveberiyê lê didome reşand.

Li Nisêbînê ya ku dorpêç û terora dewleta Tirk berdewam dike, wesayîtên zirxî gule li ser Taxa Abdûlkadîrpaşa ya ku berxwedana xwerêveberiyê lê didome reşand.

Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi mehan di bin dorpêçê de ye û 6 caran “Qedexeya kolan” lê hatibû îlankirin, çeteyên dewşetê êrîşî taxên ku berxwedana xwerêveberiyê lê didome kirin. Wesayîtên zirxî yên li derdora nexweşxaneya kevin bi cih bûne gule li ser Taxa Abdûlkadîrpaşa direşîne. 

Gulereşandina li ser taxê hê jî didome.