Kurdistaniyan li pêşiya avahiya DMME’yê çalakiya bi bergan li dar xistin
Kurd li pêşiya avahiya DMME’yê oparasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi awayekî bêdeng protesto dikin, li pêşiya avahiyê çalakiyekî bi bergan li dar xisitin.
ANF
STRASBOÛRG
duşem, 7 adarê 2016, 17:50
Kurd li pêşiya avahiya DMME’yê oparasyonên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi awayekî bêdeng protesto dikin, li pêşiya avahiyê çalakiyekî bi bergan li dar xisitin.
Bi sedan Kurdistaniyên li pêşiya avahiya Dadgaha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) kom bûn, li dijî qetlîaman, DMME û saziyên navneteweyî bêdeng protesto kirin.
Çalakvanên ku li pêşiya avahiya DMME’yê kom bûne, gelek ji çalakvanan bergên spî li xwe kirin û xwe bi erdê re dirêj kirin, xwestin wehşata ku li Kurdistanê tên jiyîn raxin ber çavan. Di çalakiyê de kefenê spî bi rengê sor boyax kirin, pankarta ku wêne û navên jin, zarok û sivîlên din ên ku ji aliyê çeteyên AKP’ê li Kurdistanê hatin qetilkirin, hilgirtin.