Şervanên QSD’ê êrîşa çeteyan a li hember gundê Mekmenê asteng kir

Piştî şervanên QSD’ê gundê Mekmen ê ji çeteyan rizgar kir û şûn de, hewldana çeteyan a êrîşa bi wesayîta bombebarkirî hat astengkirin.

Piştî şervanên QSD’ê gundê Mekmen ê ji çeteyan rizgar kir û şûn de, hewldana çeteyan a êrîşa bi wesayîta bombebarkirî hat astengkirin. Şervanên QSD’ê wesayîta bombebarkirî zû ferq kirin û îmha kirin.

QSD’ê ji 2’ê Adarê pêngava ‘Tolhildana Êlîn û Cûdî’ ya li hember çeteyên DAÎŞ’ê yên dikeve navbera Bakurrojhilatê Reqayê û Başûrê Çiyayê Kizwanan dabû destpêkirin. Pêngava tolhildanê bi hemû leza xwe berdewam dike. Ji duh ve herêma di navbera Reqa û Cizîrê de li derdora gundê Mekmenê şerên dijwar di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de pêk tên. Di şer de gelek çete hatin kuştin û gundê Mekmen hat rizgarkirin.

QSD’ê hewldana çeteyan a bi wesayîta bombebarkirî ya li hember gund vala derxist. Çeteyên ku ji Başûrê gund ve xwestin bi wesayîta bombebarkirî êrîş bikin, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin îmhakirin.

Di çarçoveya pêngavê de herêma berfireh ya gundê Mekmen ê ku dikeve navbera Reqa û Cizîrê, ji şerê dijwarî ê duh ve ji aliyê QSD’ê ve hat rizgarkirin.