Alîkariyên Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Bakurê Kurdistanê didome

Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên bi gelê Bakurê Kurdistanê yê ji ber êrîşên dewleta Tirk mexdûr bûye dewam dike.

Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên bi gelê Bakurê Kurdistanê yê ji ber êrîşên dewleta Tirk mexdûr bûye dewam dike.

Di daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk bi hezaran mirov neçarî koçkirinê bûne, hate diyarkirin ku ji bilî 328 hezar Eûroyê mehek berê hatibû şandin, di serê meha Adarê de 328 hezar Eûro û 30 hezar dolarê Kanada hat şandin.

Rêveberiya HSK diyar kir ku wê li hember zoriyên gel dikşîne bêdeng nemînin, bi bîr xist ku 3’ê Adarê dest bi kampanyaya alîkariyê kirine û heta niha ji bo gelê Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbîn, Kerboran, Dêrik û Hezexê 656 hezar Eûro û 30 hezar dolarê Kanada şandine.

Di daxuyaniya rêveberiya HSK’ê de hat destnîşankirin ku alîkariyên kom dikin û belav dikin bi rêya Meclîsên Gel ên Herêmê çêdibin.

Heyva Sor a Kurdistanê da xuyakirin ku wê alîkarî bi zêdekirinê dewam bikin, bang li Kurdistaniyên li Ewropa û tevahî welatparêzan kir ku hestiyar bin û tevlî kampanyaya alîkariyê bibin.