BI DÎMEN

Baydemîr û Atalan çûn çalakiya pêşiya DMME’yê

Çalakiya Kurdistaniyan li ber avahiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi biryarî berdewam dike. Îro parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr û Alî Atalan piştgirî dan çalakiyê.

Çalakiya Kurdistaniyan li ber avahiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi biryarî berdewam dike. Îro parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr û Alî Atalan piştgirî dan çalakiyê.

Baydemîr û Atalan çûn serdana  çalakiya Kurdistaniyan a li hemberî terora AKP’ê dane destpêkirin û di serdanê de axivîn. 

 ‘NUQTEYA PÊVAJOYÊ OCALAN’E’

Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr di konê çalakiyê de axivî û got ev şerê li Kurdistanê dimeşe ser esasê qirkirinê ye û destnîşan kir ku şerê niha dimeşe di ti bawerîyê û zîhniyetê de cihe xwe nagire.

Baydemir got ku AKP’ê û Erdogan dijminatiya li hember Kurdan eşkere kiriye û bang li gel kir ku li hember van polîtîkayan têkoşina xwe mezin bikin.

 ‘ERDOGAN NIMÛNEYA FAŞÎSTIYA HERÎ MEZIN E’

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê  Alî Atalan jî  got, ‘Erdogan nîmûneya faşîstiya herî mezin e’ û polîtîkayên yek ziman, yek dewlet, yek bawerî û yek gel teşhîr kir, got di qada navneteweyî de jî dewleta Tirk hatiye teşhîrkirin. 

 ‘KETIYE XENDEQÊ Û NIKARE DERKEVE’

Atalan got ku AKP û hişmendiya xwe ketiye xendeqê û nikare derkeve. Alî Atalan diyar kir ku hemû gel û bawerî pewîstiya xwe  bi yekbûn û têkoşîna  li hember van polîtîkayên hene. 

Parlamenterên HDP ê wê sibehê çend rêzecivînan li Konseya Ewropa bikin. Tê payîn ku parlamenter sibehê tevlî çalakiya 8’ê Adarê jî bibin. 

Çalakî sibehê wê seat 14-00’an li Place Kleberê heta peşiya avahiya DMME’yê pêk were.