Malbatên li Sûrê ev sê meh in cenazeyên xwe dixwazin
Li navçeya Amed Sûrê, dagirkerî û terora dewleta Tirk di roja 97. de ye. Cenazeyên kesên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin hînê radestî malbatan nehatine kirin.
Li navçeya Amed Sûrê, dagirkerî û terora dewleta Tirk di roja 97. de ye. Cenazeyên kesên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin hînê radestî malbatan nehatine kirin.
Malbatên ji bo rakirina cenazeyên zarokên xwe yên li Sûrê çalakiyên xwe didomînin, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bi fikar in, ku cenazeyên zarokên me, xwişk û birayên me û dayikên me welê tine bikin, ku em nikaribin bermayînên wan jî bibînin."
Li navçeya Amed Sûrê, dagirkerî û terora dewleta Tirk di roja 97. de ye. Cenazeyên kesên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin hînê radestî malbatan nehatine kirin. Malbatên ku ji bo rakirina cenazeyên zarokên xwe ev 86 roj in çalakiyê lidar dixin, ji bo balê bikişînin ser polîtîkaya şerê kirêt ê AKP'ê, daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di dema daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî û Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle jî li gel malbatan amade bûn. Di metna çapemeniyê ya li ser navê malbatan hat xwendin de hat gotin, "Ji 2'ê Kanûna 2015'an û vir ve desthilatdariya AKP'ê, bi Tîmên Taybet ên Polîs û Jendermeyan ku hêzên mîlîtarîst ên dewletê yên bi pereyan tevdigerin e, bi artêşê û hemû amûrên şer ên teknolojiya dawî re, bajarê me yê nifûsa xwe 370.000 e û qadeke çandî ye, mîna Silopiya û Cizîrê şewitand, hilweşand, ewladên me yên hînê zarok in qetil kir û di binê xirbeyan de hişt. Zêdeyî sê meh in em bi aqûbeta cenazeyên zarokên xwe û malbatên xwe nizanin. Tevî ku me gelek caran serî li saziyên fermî dan jî, me ti encam negirtin. Li gorî çavdêriyên me, bermayînên dawî yên bajarên me yên şewitandine û hilweşandine, li qiraxa Çemê Dîcleyê vedişêrin û tine dikin."
'VÊ WEHŞETÊ BISEKÎNIN'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Heman zîhniyeta ku di salên 90'î de di bin navê kuştinên kiryar nediyar de mirovên me kuşt, bedenên wan avêtin nava bîrên asîtê, qiraxên çeman û gorên komî, îro jî rêbaza xwe hinekî guhertiye û vê carê cesedan tevî xirbeyan davêjin ber çeman. Welê lê dikin ku em nikaribin bermayînên cenazeyên xwe jî bibînin. Lewma em ji vê derê bang li rayedaran dikin ku dawî li vî karê xwe bînin û em ji gelê xwe jî dixwazin, vê wehşeta mirovahiyê tine dihesibîne, bi dawî bike."