Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku komên çeteyên Ehrar El Şam, El Nûsra û Tûgaya Sûltan Mûrat ên bi hev re tevger dikin duh di saetên şevê de, di encama êrîşa li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê de 16 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku çeteyên Ehrar El Şam, El Nûsra û Tûgaya Sûltan Mûrat ên bi he vre tevger dikin duh di saetên şevê de, bi hewan, topên cehenemê û çekên giran êrîşî Taxa Şêx Meqsûdê kirin. Di encama êrîşa çeteyan de 16 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, 4 endamên asayîşê jî di nav de gelek kes birîndar bûn.
Çapemeniya YPG’ê bal kişand ku komên çeteyan xwestin hemwext bi dizî ji Seken Şebab, rêya Cendola û çerxerêya Eşrefiyê re bikevin Taxa Şêx Meqsûdê, got: “Piştî destwerdana hêzên me şerên dijwar pêk hatin û êrîşa çeteyan hat şkandin. Di van şeran de têkildarî kuştî û birîndarên çeteyan agahî nehatin girtin.
Di heman rojê de komên çeteyan li ser Mesbeh, rêya Kasello û herêma Seken Şebab êrîşekî duyemîn li dar xistin. Ev êrîş jî ji aliyê hêzên me ve vala hat derxistin. Li herêma Mesbeh û Seken Şebabê li gorî ku hate zelalkirin 8 çete hatin kuştin.”
ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK BERDEWAM DIKIN
Êrîşên artêşa Tirk ji 24’ê Cotmeha 2015’an û vir ve li hember hêzên YPG’ê berdewam dike, Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha anî ziman: “Di çarçoveya van êrîşan de artêşa Tirk 7’ê Adarê (îro) saet 06:00’an de ji çeperên xwe yên Kaniya Xezalan embarên genim ên li Girê Spî bi çekên giran bomberdûman kir.”
OPERASYON LI HEMBER GUNDÊ EBÛ DABAD BAREGEHAN ÇETEYAN E
Hêzên YPG’ê 6’ê Adarê operasyonek li hember herêma di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Eyn Îsayê de li dar xistin. Navenda Çapemeniyê wiha destnişan kir: “ Di encama oparasyona li hember gundê Ebû Dabad ê ku wek baregeh bikar tînin de gund ji çeteyan hat rizgarkirin. Di oparasyona ku jimara kuştî û birîndaran nehat zelalkirin de, cenazeyê 4 çeteyan ket destên hêzên me.”