QSD’ê gundê El-Mekmen rizgar kir

Şervanên QSD’ê piştî şer û pevçûnên dijwar gundê El-Mekmen ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Şervanên QSD’ê piştî şer û pevçûnên dijwar gundê El-Mekmen ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a di bin navê Operasyona ‘Tolhildana Cûdî û Êlîn’ ku di 2’ê Adarê de ji bo rizgarkirina Rojavayê Çiyayê Kizwanan û Bakur-Rojhilatê bajarê Reqayê hatiye destpêkirin didome.

Hat ragihandine ku Şervanên QSD’ê di çarçoveya operasyonê de, piştî şer û pevçûnên dijwar ên bi çeteyan re gundê El-Mekmen rizgar kirin.

QSD’ê di saetên serê sibehê de, piştî şer û pevçûnên dijwar ên bi çeteyan re, ji sedan 65’ê gund rizgar kiribûn û çete xistibûn dorpêçê.

Gundê El-Mekmen gundê dawî yê li ser rêya di navbera bajarê Reqayê û Kantona Cizîrê de bû, di bin destê çeteyan de mabû.