Gerîlayên YJA Star li hember qereqola Şkêr bi çekên giran çalakiyek li dar xistin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li hember qereqola Şkêr a li ser sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çekên giran çalakiyek li dar xistin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li hember qereqola Şkêr a li ser sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çekên giran çalakiyek li dar xistin.  Di çalakiyê de têkildarî kuştî û birîndaran ti agahî nehat bidestxistin, di avahiya qereqolê de ziyaneke mezin pêk hat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku gerîlayên YJA Star di 6’ê Adarê saet 14:30’an de li hember qereqola Şkêr a li ser sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de têkildarî kuştî û birîndaran ti agahî nehatin bidestxistin, di heman demê de di avahiya qereqolê de ziyanek mezin pêk hatiye. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye: “Piştî çalakiyê qereqola Şkêr saet 17:30’an gundê Dîtaza, Latê Kewa, Girê Cehenemê, Sirtê Kovû, Çiyayê Reş û girê Şehîd Rûbar bi obûs û hewan bomberdûman kir.

LI HEMBER LEŞKERÊN KU XWESTIN RÊ ÇÊBIKIN ÇALAKÎ

6’ê Adarê saet 11:30’an artêşa TC bi wesayîtên zirxî xwestin qereqolan li ser girê Seyîdan û Oremarê çêkin. Di vê navberê de hêzên me li hember leşkerê ku kombûne çalakiyek bi çekên giran li dar xistin. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên leşkeran nehatin zanîn. Rêya ku xwestin çêkin hate rawestandin. Piştî çalakiyê qereqola Elemûn saet 15:00’an cihê çalakiyê bi obus, hewan û tankan bomberdûman kir.

LI SER RÊYA AMED-ÇEWLIKÊ NASNAME HATIN KONTROLKIRIN

4’ê Adarê saet di navbera 16:00-18.00’an de gerîlayên me gundê Hêdîka yê li ser rêya Amed- Çewlikê nasname kontrol kirin. Hêzên me yên ku nasname kontrol dikirin, têkildarî pêvajoyê gel agahdar kirin. Piştî çalakiyê qereqola Bilbilik derdora xwe bi obus û hewanan ketober bomberdûman kir.

ARTÊŞA TIRK HERÊMÊN GERÎLA BOMBARDÛMAN DIKIN

6’ê Adarê saet di navbera 07:00-08:00’an de qereqola Erîş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê; girê Xeregol ê girêdayî herêma Zapê, saet di navbera 11:30-13:00’an de qereqola Bîlîcan; gundê Erbîş bi obus û hewanan bomberdûman kir.

6’ê Adarê saet di navbera 19:-21:00’an de qereqolên Girê Vacîp, Girê Meymûn û Girê Çete yên li ser sînorê navçeya Qilaban a Şirnexê; Girê Nêriya, Deriyê Dawetiya , Kêlik, Girê Şehîd Şêxmûs û Girê Şehîd Merwan ê girêdayî herêma Heftenînê bi obus, hewan û tankan bomberdûman kirin.

6’ê Adarê saet di navbera 11:00-15:00’an de qereqola Elemûn a li ser sînorê navçeya Qileban a Şirnexê; herêma Şehîd Dîlber a girêdayî herêma Mertîna bi hewanan topbaran kir.

LI SER HERÊMÊN GERÎLA TEVGERÊN KEŞFÊ

6-7’ê Adarê saet 19:00-02:00’yan li ser herêma Metîna, saet 14:00-03:00’yanli ser herêma Zapê pêgerên keşfê geriyan. 6’ê Adarê saet 12:30-13:30’an li ser herêma Zapê tevgera balefirên şer pêk hatiye.”