8'ê Adarê li Kobanê hat pîrozkirin
Li Kobanê bi boneya roja 8'ê Adarê cejna jinên cîhanê civîneke hate lidarxistin.
Li Kobanê bi boneya roja 8'ê Adarê cejna jinên cîhanê civîneke hate lidarxistin.
Civîn ji aliyê Endama Koordînasyona Kongra Star a li Kobanê Rûken Ehmed, Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz Fewziya Ebdî û Seroka Desteya Jinê ya li Kantona Kobanê Emîne Bekir hate birêvebirin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê, bi amadebûna hemû jinên di deste û Midûriyetên Rêveberiya Xweser de destpê kir.
Endama Koordanîsyona Kongra Star Rûken Ehmed di destpêka civînê de axivî û bal kişand ser têkoşîna jina Kurd a di Şoreşa Rojava û her wiha pêwîstiya hebûna sîwaneke rêxistina jinê, rola wê ya di serketina şoreşê.
Ehmed di axaftina xwe de jina tekoşer Şehîd Şîlan Kobanê ku pêşengtî ji tekoşîna azadiya jinê re kir, bi bîr anî û diyar kir ku her tim jinên pêşeng dibin hedefa gefên sîstemên desthilatdar, lê bi rêya wan jinên pêşeng rêya azadiya jinê vebû.
Dîsa Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Kobanê Fewziya Ebdî axivî, bal kişand ser rêberên tekoşîna azadiya jinên vê sedsalê.
Ebdî anî ziman ku roja 8'ê Adarê ya wek roja jinên cîhanê tê naskirin, ne ji ber xwe hatiye, encama têkoşîna jinên pêşeng e, bi bîr xist ku li hember zordariyê serê xwe rakirin û tekoşîna daxwaza mafên xwe kirin.
Ebdî di hevpeyvîna bi me re hemû jinên cîhanê yên tekoşer, azadîxwaz, jinên Kurd ku di Şoreşa Rojava de rola sereke lîstin, silav kir.
Civîn bi silogana “Jin Jiyana Azadî” bi dawî bû.