Gelê ku xwest ber bi Sûrê ve bimeşe rastî êrîşên polîsan hat

Gelê ku ji navçeya Rezan a Amedê xwest ber bi Sûrê ve bimeşe rastî astengiyên polîsên Tirk hat û her wiha polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kir.

Li navçeya Rezan a Amedê di pêşengiya DBP, HDP, KJA û DEMGENÇ'ê de gelê ku xwest li hemberî êrîş û dorpêçkirinên hêzên dewletê yên li dijî navçeya Sûrê, ji navçeya Rezan ber bi Sûrê ve bimeşe rastî êrîşên polîsên Tirk hat. Piştî astengiyên polîsan li Kolana Emekê daxuyanî hat dayîn û piştî daxuyaniyê dema gel xwest ku belav bibe, polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kir.

Piştî êrîşên polîsan, gel jî  bi xweparastinê li ber xwe dide.