Li Sûrê bomberdûman: Herî kêm 50 kes birîndar bûn
Li Sûrê cihê ku sîvîl lê bûn dewleta Tirk bomberdûman kir, di nav de zarok jî 50 sîvîl birîndar bûn û 5 kes hatin qetilkirin.
Li Sûrê cihê ku sîvîl lê bûn dewleta Tirk bomberdûman kir, di nav de zarok jî 50 sîvîl birîndar bûn û 5 kes hatin qetilkirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ku 97 roj e hatiye dorpêçkirin û bênavber êrîş lê didomin hat diyarkirin ku di encama bombebaranê de nêzî 50 kes birîndar bûne. Ji hemwelatiyên li Sûrê yek jê bi rêya telefonê peyam ji Parlementera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp re şand û di peyamê de da zanîn ku di encama bombebaranê de 5 kes hatine qetilkirin, gelek birîndar hene û di bin enqazan de hemwelatî hene û ew nikarin wan derxînin.
Li navçeya SÛrê ya Amedê li gel ev 97 heft roj e bênavber êrîş lê didomin, hat diyarkirin ku îro saet piştî 12.00'an bombebaran pêk hatiye. Li hemberî taxên ku sivîl lê dimînin jî êrîşên bi topan didomin. Ji hemwelatiyên li Sûrê yek jê bi rêya telefonê peyam ji Parlementera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp re şand û di peyamê de da zanîn ku di encama bombebaranê de 5 kes hatine qetilkirin, gelek birîndar hene û di bin enqazan de hemwelatî hene û ew nikarin wan derxînin.
'NIHA LI CEM ME 5 CENAZE HENE'
Li gel domandina bombebaranê ji hemwelatiyên Sûrê yek jê bi rêya telefonê peyam ji Parlementera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp re şand û rewşa heyî ya dawî ragihand. Peyama ku saet di 15.47'an de ji Yîgîtalp re şandin wiha ye: "Êdî rewş qet ne hêsan e. Niha li cem me 5 cenaze hene. di bin 3 enqazên cihê de mirov hene, em nikarin wan derxînin. Heke ambûlans were jî, kesekî/e ku wan ji bin enqazan derxînin tune ye."
WALÎTÎ: OPERASYON DIDOME
Her wiha Sîbel Yîgîtalp got, bi Walîtiya Amedê û berpirsiyarên Wezareta Karên Hundir re bi telefonê re hevdîtin pêk anîne lê belê agahiyeke zelal negirtiye. Yîgîtalp, diyar kir ku Walîtiya Amedê derbarê pêkanînên heyî de bo wan gotiye, "Operasyon didome û lê belê saet di navbera 16.00-17.00'an de dikare raweste. Heke birîndar hebin wê demê dikarin bên hilgirtin."