Ji HPG’ê daxuyaniya Oremarê: 26 leşker hatin kuştin

HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên li hember artêşa Tirk a 4-5’ê Adarê dest bi operasyonê kiribû de 26 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla yên li hember hêzên artêşa Tirk ên li qada Oremar a li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê dest bi operasyonê kiribû, daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên li hember artêşa Tirk a 4-5’ê Adarê dest bi operasyonê kiribû de 26 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der heqê operasyonên artêşa Tirk ên li qada Oremar a Geverê û çalakiyên ku gerîlayan li hember vê pêş xistine agahî da.

Agahiyên daxuyaniyê wiha ne:

“4-5’ê Adarê hêzên gerîlayên me li hember artêşa TC a li qadên Şehîd Bager, Şehîd Rahîme û Şehîd Zerdeşt ên li herêma Oremarê ya li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek berfireh li dar xistin. Detayên çalakiyê wiha ne:

4’Ê ADARÊ JI 3 BASKAN ÇALAKÎ

4’ê Adarê hêzên gerîlayên me li hember hêzên sînor ên artêşa Tirk ku xwe li Şehîd Bager, Şehîd Rahîme û Şehîd Zerdeşt bi cih kiribûn, ji 3 baskan çalakiyek berfireh li dar xistin.

Baskê yekemîn, 5’ê Adarê danê sibehê li hember girê Şehîd Bager çalakî li dar xist û gerîlayên me li gir kontrol bi dest xistin. Beriya çalakiyê, leşkeran gir bi temamî vala kirin. Baskê duyemîn li hember girê Şehîd Rahîme, baskê sêyemîn jî li hember girê Şehîd Zerdeşt çalakî destpê kirine.

Baskê duyem ê berê xwe girê Şehîd Rahîme, saet 20.00’an konekî mezin ê leşkeran û gelek çeper bi bombe avêj û bi lêdanên bandor bi temamî îmha kirin. Di encama van lêdanan de bi zelalî 6 leşker hatin kuştin.

6’Ê ADARÊ 20 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Baskê sêyem ê berê xwe da girê Şehîd Zerdeşt, bi çekên navîn (B-7 û BKC) yekîneyên dijmin kirin hedef. Di vî girî de gelek çeper hatin îmhakirin, şer heta 6’ê Adarê danê sibehê dewam kiriye.  6’ê Adarê saet 8.10’an hêzên gerîlayên me bi çekên giran û ferdî berê xwe dan tevahî çeperan. Di encama şerê giran de giştî çeperên dijmin ketin dest. Di çalakiya li vir de li ber çav 20 leşker hatin kuştin. Piştî hêzên gerîlayên me li van giran kontrol girtin dest, artêşa TC di serî de balafirên şer, bi helîkopterên Kobra, hewan, obus û topan bi awayekî bê navber û giran ev deverana bombe kir.

4-5’ê Adarê di van çalakiyên ku gerîlayên me ji bo bersivdayina qetlîamên li KUrdistanê û bîranîna hevalên me yên di pêvajoya dawî de şehîd ketin de bi zelalî 26 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Ev çalakiyana hêzên me bi serketin mezin meşandine.

Piştî çalakiyan, saet 8.00-15.30’an qereqola Oremar a artêşa TC girê Şehîd Gafûr da ber tank, obus û hewanan. Her wiha ji saet 10.30’an heta îro saetên danê sibehê jî girê Şehîd Rahîme bi awayekî dijwar dihat topbarandin. 6’ê Adarê saet 17.00’an qereqola Oremarê girê Şehîd Faraşîn bi katyûşayan bombe kir.

Tevgera leşkerî, bi tevgera zêde ya pêgerên hewayî yên keşfê dewam kir, girên Şehîd Gafûr û Şehîd Rahîme saet 12.00-13.30’an ji aliyê balafirên şer hatin bombekirin.”