Ji Cemîl Bayik û Besê Hozat peyamên li ser Bihara 2016'an

Ji destpêka bihara 2016'an û vir ve li çiyayên Kurdistanê me. Bi Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê re em li ser zivistana 2015'an axivîn.

Ji destpêka bihara 2016'an û vir ve li çiyayên Kurdistanê me. Bi Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê re em li ser zivistana 2015'an axivîn. Di bernameya ji bo televîzyona MED NÛÇE de Besê Hozat û Cemîl Bayik bersiv da pirsên min û hevala rojnamevan Hacer Altinsoy.

BERXWEDANA CIZÎR Û SÛRÊ BI SER KET, AKP TÊK ÇÛ

Besê Hozat: AKP'ê di zivistana bihurî de bi 'plana têkbirinê' re dixwest li herêmên xwerêveberiyê Kurdan bitepisîne, vîna wan bişikîne û bi operasyonên leşkerî re gerîla tine bike. Lê belê 'Plana Têkbirinê' ya AKP'ê bi xwe têk çû. Berxwedana li Botan û Amedê, AKP xist pêvajoya têkbirinê. û berxwedana Kurdan wê hem li bajaran hem jî li çiyê bidome, mezin bibe.

Cemîl Bayik jî ji bo karakterê berxwedanê wiha axivî: Di şexsê Pakîze Nayir û Mehmet Tûnç de ez hemû şehîdên berxwedanê bibîr tînim. Helwesta wan a têkoşînê ji bo me fermana mezinkirin û bi serxistina berxwedanê ye. 

Bayik dema rewşa di zivistana 2015'an de derket holê nirxand, bal kişand ser du xalên girîng. Ya yekemîn karakterê qonaxa pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, ya duyemîn jî encamên siyasî û dîrokî yên hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê li ser dewleta Tirk.

Şîrove Cemîl Bayik a di vî warî de bi vî rengî ye: Divê êdî di muzakereyan de xwerêveberê bê nirxandin. Ji ber ku di mejiyê AKP'ê de muzakere nîne, mase qeliband. AKP ya wê muzakere yanî xwerêveberî qebûl bikira, yan jî red bikira. AKP rêya redkirinê û dijwarkirina şer hilbijart. Bi hemû hêza xwe re bi ser gel, tevgerê û Rêber Apo de çû. Armanca bingehîn a AKP'ê tinekirin bû. Di destpêkê de şerekî bi kontrol dimeşand, lê piştre polîtîkayeke li ser bingehê tinekirinê xist meriyetê. Bi 'Plana Têkbirinê' ya li MGK'ê biryar li ser hat girtin re xwest, encamê bi dest bixe. Lê ya dixwest bi dest nexist. Yên xwestin Kurdan têk bibin ketin nava rewşeke têkçûnê.

7'ê Hezîrana 2015'an di dîroka Tirkiyeyê de werçerxeke girîng e. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi rastî jî şensekî girîng bû. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd jî dikarîbû biketa rojevê. Lê belê AKP'ê bi darbeya siyasî û leşkerî re dawî li vê pêvajoyê anî. Bayik dibêje, di 7'ê Hezîranê de komara destpêkê qediya ye, komara duyemîn jî ji aliyê zîhniyetê yekparêz ê AKP û Tayyîp Erdogan ve bi rengekî totalîter hatiye dîzaynkirin.

BAYIK: YÊN PLANA TÊKBIRINÊ ÇÊKIRIN NIHA BI XWE LI BER TÊKÇÛNÊ NE

Bayik da xuyakirin, ku plana têkbirinê pûç bû û yên ev plan kirin bi xwe li ber têkçûnê ne. Bayik taybetmendiyên berxwedana gel a di zivistana 2015'an de derket holê, bi vî rengî pênase kir:

1- Beriya niha gerîla têkoşîn dimeşand, di zivistana 2015'an de gel pêşengî ji berxwedanê re kir.

2- Beriya niha şer bi tenê li çiyê diqewimî, lê êdî li bajaran diqewime.

Dîroka me ya têkoşînê bi zivistana 2015'an re ket nava serdemeke cuda. Çawa ku bi pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an re serdemekê destpê kir, pêngava berxwedana xwerêveberiyê ya bi pêşengiya gel di 2015'an de destpê kir, pêngaveke bi heman rengî ye. Ev pêngav pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an temam dike. Ev di dîroka têkoşîna me de rêbazeke nû ya şer e. Berê gel destek dida têkoşîna gerîla, lê vê zivistanê gel bi xwe li bajaran pêşengî ji berxwedana xwerêveberiyê re kir. Ji ber vê yekê dewleta Tirk har bû û êrîşî bajaran kir. Armanca xwe pêşîgirtina li pêvajoya nû bû. Ji ber ku rûdana vê pêvajoyê, plana wan têk bir. Plana têkbirinê niha ji bo AKP'ê derbasdar e."

FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYEYÊ, ROJAVA Û TIRKMENÊN BAYIRBÛCAK

Besê Hozat jî da xuyakirin, ku dewleta Tirk bi afirandina 'dijminê hundir û derve' re tirsê berdide nava dilê civakê û bi vî rengî dixwaze polîtîkaya xwe ya şer rewa bike.

Besê Hozat ragihand, ku projeyên xwe re ew hewl didin tevkariyê li nîqaşên li ser Sûriyeya nû bikin û destnîşan kir, ku Sûriyeyeke federatîf modeleke bêhtir rasteqîn e. Hozat da zanîn, Rojava di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê de dikare bibe herêmeke xweser û anî ziman, di nava Federasyona Sûriyeya Demokratîk de Kurd, Ereb, Tirkmen û gelên din dikarin xwe îfade bikin. Besê Hozat diyar kir, ku Tirkmenên Bayirbûcak jî weke rêveberiyeke xweser dikarin di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê de cih bigirin û ragihand, nîqaşên federasyonê ji bo çareseriya li Sûriyeyê firsendeke girîng e.

KARAKTERÊ 8'Ê ADARÊ Û NEWROZÊ

Cemîl Bayik û Besê Hozat destnîşan dikin ku bihara 2016'an wê bibe serdemeke ji berxwedana mezin re û tînin ziman, ku wê tola hemû komkujiyên li gel hatine kirin bê hilanîn. Gotin, "Gerîla wê bi awayekî aktîf berxwedanê mezin bikin. Lê belê divê gel û gerîla berxwedana xwe bikin yek û bi vî rengî dikarin encamê bigirin." Hevserokan diyar kirin, di Bihara 2016'an de wê li Kurdistanê berxwedana gel û gerîla, li eniya Tirkiyeyê bloka demokrasiyê li hemberî pêkanînên faşîst ên Erdogan-Davûtoglû de têkoşîneke xurt bimeşînin. Bi têkoşîna bênavber re wê encam bi dest bikeve.

Hevserokan bal kişandin ser çalakiyên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û karaktera berxwedana xwerêveberiyê ya bi pêşengiya berxwedêrên jin ên li Silopiya û Cizîrê bibîr xistin. Hevserokan dan xuyakirin ku rola pêşengiyê ya jinên Kurd di têkoşîna şoreşê de zêde bûye û diyar kirin, berxwedana bi 8'ê Adarê re destpê kir, wê bi 21'ê Adarê Cejna Newrozê re bigihêje asta herî bilind.

Hevserokan dan zanîn, Newroza 2016'an divê li her qadê, li her tax û kolanan bi rengekî ceja girseyî bê pîrozkirin û diyar kirin, Newroz îsal wê bi şiyara "Rêberê Azad, Kurdistana Xweaser û Tirkiyeya Demokratîk" bê pîrozkirin.

GEFÊN LI OCALAN TÊ XWWARIN Û HIŞYARIYA KCK'Ê!

Besê Hozat bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku mayînde bûye û got, ew di vê mijarê de gelekî hesas in. Besê Hozat işaret bi nameyên gefxwarinê yên ji Ocalan re diçin kir û got, "Di vê mijarê de em hikûmeta AKP'ê, Tayyîp Erdogan û hemû saziyên dewleta Tirk hişyar dikin û bi taybetî destnîşan dikin ku di mijara ewlekarî, tenduristî û azadiya Ocalan de pirsên di hişê mirovan de hene, ji holê rakin."