KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şengalê jinan 8’ê Adarê bi kelecanê pîroz kirin
Li Şengalê jinan 8’ê Adarê bi kelecaneke mezin pîroz kir. Pîştî meşa ji Dara Qewlê heta herêma Meclîsa Ezidî ya Şengalê, pîrozbahiyek hat lidarxistin. -
Dewleta Tirk niha bi reşkirina delîlên sûcê mijûl e!
Hêzên dewleta Tirk xirbeyên ji navçeya Sûr a Amedê derdixin dirijînin kortên li qeraxa Ava Dîcleyê. -
Gerîlaya YJA Star Konak ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Gerilaya YJA-Starê Jiyan Konak (Emgihan Gabar) a di pêvçûna li Kerboranê de jiyana xwe ji dest da di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li ser milên jinan bi tilîliyan hat oxirkirin. -
7 cenazeyên ji Cizîrê anîn Rihayê hatin definkirin
28 cenazeyên aîdî kesên ku di demên borî de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di êrîşên hêzên dewletê de hatin qetilkirin û anîn Rihayê îro 7 kes bi qorsanî li Goristana Asrî hatin definkirin, 4 cenazeyên li Sîwêregê jî wê di saetên pêş de bên definkirin. -
Li Rojava aktivîteyên 8’ê Adarê: Berxwedana Bakurê Kurdistanê hat silavkirin
Kantonên Rojava bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê aktivîte li dar xistin. Di aktivîteyê de piştgiriya berxwedana xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê hat kirin û YPS-Jin hat silavkirin. -
Malbat agahiyê ji 50 girtiyên siyasî yên hatin sirgûnkirin nagirin
Hikûmeta AKP’ê ya li ser Kurdistanê êrîş û qetlîaman didomîne, rojên bihurî 50 girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T a Şirnexê danê êvarî sirgûn kir, malbat nikarin ji wan agahiyan bigirin. -
HPG: Artêşa Tirk kuştiyên xwe yên li Oremarê vedişêre
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku artêşa Tirk derbên giran ên di şerê li Oremarê de xwar û hejmara kuştiyên xwe yên li vê derê vedişêre. -
Nasnameyên 8 kesên li Hezexê hatin qetilkirin eşkere bûn
Ji cenazeyên ku li Hezexê di êrîşên hêzên dewleta Tirk de hatin qetilkirin û ji bo karên otopsiyê şandin Mêrdînê, tespîta nasnameya 8’an pêk hat. -
Ji gerîlayên YJA Starê çalakî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîlayên YJA Starê yên li hemberî artêşa Tirk li Colemêrgê pêk anîn, agahî da. -
Li Hezexê şerekî dijwar diqewime
Li navçeya Şirnex Hezexê, piştî teqîneke dijwar a li taxa Tûrgût Ozal, di navbera hêzên dewletê û şervanên YPS'ê de şerekî dijwar qewimî. Li gorî agahiyan, di vî şerî de kuştî û birîndarên leşkeran hene. -
YPG: 4 çete hatin kutin
Çeteyên hewl dan xwe berdin nava taxa Şêxmeqsûd a Helebê rastî bersiva tund a şervanên YPG/YPJ'ê hat. Di encama destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê de hewldana êrîşê ya çeteyan hat şikandin û 4 çete hatin kuştin. -
2 gundên din ji çeteyan hatin paqijkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 2 gundên din ên ser bi Şedadê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
YPG: Tevgera komên çekdar gefê li herêmên me dixwe
Fermandariya YPG’ê diyar kir ku komên çekdar ên girêdayî Îtîlafa Sûriyeyê hewl didin ku ji rewşa agirbestê sûdê bigirin û serweriya xwe li derdora Efrînê berfireh bikin. -
2 leşkerên tîmên taybet li Hezexê birîndar bûn
Li Hezexê di şerê navbera hêzên YPS'ê û çekdarên dewleta Tirk de, 2 çawişên pispor birîndar bûn. -
Li Hezexê, sivîl dema ji navçeyê derdiketin hatin înfazkirin
Li Hezexê, tê gotin ku 13 sivîlên ku cenazeyên 10 ji wan duh bi traktorê rakirin nexweşxaneyê, dema ji navçeyê derdiketin hatine înfazkirin. -
'Sond û peyman e; ev gel wê êdî koledariyê qebûl neke'
Şopa hovîtiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, roj bi roj bêhtir xuya dibe. Li taxên komkujî lê hat kirin ti lêkolîn nehatin kirin. Hêzên dewleta Tirk yekser enqazên li van taxan rakirin û avêtin qiraxa Çemê Dîcleyê. -
QSD'ê 8 gundên din rizgar kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyona 'Tolhildana Êlîn û Cûdî' ya di navbera rojavayê Çiyayê Kizwanan û bakurrojhilatê Reqqayê de, di roja 7. de didomîne. -
Avahiya Şaredariya Hezexê ya ji ber êrîşa bi tankan xera bû
Wêneyên Şaredariya Hezexê ya bi tank û topên dewleta Tirk hat xerakirin, bi dest ketin. -
3 taxên Geverê bi hawanan tên bombekirin
Li Geverê, tabûra efeler topên hawanê davêje taxên Orman, Gungor û Cûmhûriyetê. -
Dewleta Tirk nahêle Şaredariya Cizîrê bixebite
Li Cizîrê, hêzên dewleta Tirk vê carê jî nahêlin ekîbên şareseriyê xebatên xwe yên binesazî û alîkariyê bidomînin. -
Malbatên kesên li Cizîrê hatin qetilkirin: Heta mirinê em ê vê derê neterikînin!
Malbatên mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin, lenet li AKP û Erdogan anîn û gotin, "Me hemûyan bikujin jî em ê bi ti cihî ve neçin." -
Şerê li Nisêbînê heta ber destê sibehê dewam kir
Hêzên dewleta Tirk ên duh bi şev êrîşî taxên berxwedanê yên Nisêbînê kirin, li bersiva hêzên YPS'ê rast hatin. Şerê li vir qewimî, heta ber destê sibehê dewam kir. -
Ji ber ku mala xwe neterikand hat girtin
Senîha Surer a 57 salî ku ji bomberdûmana bi rojan tê kirin bi birîndarî rizgar bû, ji ber ku mal û taxa xwe neterikand hat girtin. -
Li Sûrê yek ji pitik 9 kes hatin girtin
Ji birîndar û sivîlên ji Sûrê hatin derxistin 9’ên din hatin girtin, hejmara sivîlên hatin girtin gihişt 20’an. Bi Remziye Tosûn re pitika wê ya temenê xwe yek sal û nîv Berîtan Tosûn jî wê bikeve girtîgehê. -
Li Geverê êrîşên li ser taxên berxwedanê didomin
Hêzên dewleta Tirk topên hewanê li Taxa Orman a navçeya Gever a Colemêrgê barand. Ji topan yek li mala Alî Kamerî ket, bi şansê ti kesên mirî an jî birîndar çênebû.