2 leşkerên tîmên taybet li Hezexê birîndar bûn
Li Hezexê di şerê navbera hêzên YPS'ê û çekdarên dewleta Tirk de, 2 çawişên pispor birîndar bûn.
Li Hezexê di şerê navbera hêzên YPS'ê û çekdarên dewleta Tirk de, 2 çawişên pispor birîndar bûn.
Li navçeya Şirnex Hezexê, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd di roja 21. de ye. Şerê ji ber êrîşên dewleta Tirk, îro li taxa Tûrgût Ozalê giran e. Hêzên dewleta Tirk danê vê sibehê ji maşînên zirxî bi çekên giran êrîş kirin û hêzên YPS'ê jî bersiv dan. Hat ragihandin, ku di şer de 2 çawişên pispor birîndar bûne.
Leşkerên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.