Li Hezexê, sivîl dema ji navçeyê derdiketin hatin înfazkirin
Li Hezexê, tê gotin ku 13 sivîlên ku cenazeyên 10 ji wan duh bi traktorê rakirin nexweşxaneyê, dema ji navçeyê derdiketin hatine înfazkirin.
Li Hezexê, tê gotin ku 13 sivîlên ku cenazeyên 10 ji wan duh bi traktorê rakirin nexweşxaneyê, dema ji navçeyê derdiketin hatine înfazkirin.
Li navçeya Şirnex Hezexê, terora dewleta Tirk ev 21 roj in bênavber dewam dike. Tê gotin ku 13 sivîlên ku cenazeyên 10 ji wan duh bi traktorê rakirin nexweşxaneyê, dema ji navçeyê derdiketin hatine înfazkirin.
Polîsên Tirk 10 cenazeyên ji taxa Tûrgût Ozal wergirtin, bi traktora şaredariyê biribûn nexweşxaneyê.
Li herêma navbera gundên Dîrseklî û Kûyûlû jî di êrîşa hêzên dewleta Tirk de 3 kes hatibûn qetilkirin û cenazeyên wan rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê li navçeyê ye anî ziman, ku 7 ji cenazeyan duh êvarê, 6 jî danê vê sibehê birin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
Encu der barê 13 kesên hatin qetilkirin de got, "Hin jê li taxên dorpêçkirî, hin jî dema ji navçeyê derketin hatin kuştin. Dema ji Hezexê derdikevin tên dîtin û li derdora gund wan dikujin. Hemû sivîl û ciwanên Hezexê ne. Bi ihtimaleke mezin piraniya wan bêyî şerek biqewime, hatine înfazkirin."