7 cenazeyên ji Cizîrê anîn Rihayê hatin definkirin

28 cenazeyên aîdî kesên ku di demên borî de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di êrîşên hêzên dewletê de hatin qetilkirin û anîn Rihayê îro 7 kes bi qorsanî li Goristana Asrî hatin definkirin, 4 cenazeyên li Sîwêregê jî wê di saetên pêş de bên definkirin.

28 cenazeyên aîdî kesên ku di demên borî de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di êrîşên hêzên dewletê de hatin qetilkirin û anîn Rihayê îro 7 kes bi qorsanî li Goristana Asrî hatin definkirin, 4 cenazeyên li Sîwêregê jî wê di saetên pêş de bên definkirin.

28 cenazeyên aîdî kesên ku di demên borî de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di êrîşên hêzên dewletê de hatin qetilkirin û anîn Rihayê îro 7 jê bi awayekî qorsanî li Goristana Asrî hatin definkirin. Danê sibehê cenazeyê aîdî 2 kesên nasnameya wan nediyar ji Nexweşxaneya Balikligolê, 5 kes jî ji Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê ji hêla endamê MEYA-DER û ÎHD'ê hatin wergirtin û hatin definkirin. Piştî karê defînê nunerên ÎHD'ê û MEYA-DER'ê daxuyanî dan çapemeniyê.

Hevserokê ÎHD'ê yê Şaxa Rihayê Atîlla Yazar diyar kir ku 28 cenaze ji Cizîrê anîn Rihayê û got ji vana 17 kes ji hêla malbat û DNA'yê ve hatin teşxîskirin. Yazar da zanîn ku îro di saetên sibehê de 2 cenaze bi awayekî qorsanî hatin definkirin, 5 jî niha hatin definkirin. Yazar bi lêv kir ku bêyî serdozger li benda DNA'yê bimîne bi awayekî qorsanî destûra definkirinê daye.

Endamê MEYA-DER'ê Halîl Çay jî anî ziman ku ev kes cangoriyên wan in û wiha axivî: "Dibêjin goristana bêkesan, lê em nabêjin bêkes in. Ev cangorî û nirxên me ne. Tu carî em nabêjin bêkes in. Ev zarokên me ne. Li ser axa Kurdîstanê şehîd bûn û me îro wan li xaka wa, li Kurdistanê spart axê. Şehîd namirin."

4 canazeyên ku biribûn Sîwêregê jî wê di saetên pêş de bên definkirin.