Ji ber ku mala xwe neterikand hat girtin
Senîha Surer a 57 salî ku ji bomberdûmana bi rojan tê kirin bi birîndarî rizgar bû, ji ber ku mal û taxa xwe neterikand hat girtin.
Senîha Surer a 57 salî ku ji bomberdûmana bi rojan tê kirin bi birîndarî rizgar bû, ji ber ku mal û taxa xwe neterikand hat girtin.
Senîha Surer a 57 salî ku ji bomberdûmana bi rojan tê kirin bi birîndarî rizgar bû, ji ber ku mal û taxa xwe neterikand hat girtin. Parêzer Surer Kezban Yilmaz got, "Girtineke li dijî hiqûqê ye û neheq e. Mayîna li Sûrê sûc e, derketin jî sûc e."
Dorpêçiya li ser Sûrê û êrîşên li hemberî gel ê li vê navçeyê 3 meh derbas kir. Sivîlên bi saxî ji êrîşan rizgar dibin jî bi gefa girtîgehê re rû bi rû ne. Heta niha hema hema hemû birîndar û sivîlên ji Sûrê derketin, hatin girtin.
Di destpêkê de, roja 19'ê Sibatê nûçegihanê DÎHA'yê Mazlûm Dogan û 4 kesan, Fatma Ateş a bi giranî birîndar bû derxistin. Ji ber ku ew nebirin nexweşxaneyê Ateş jiyana xwe ji dest da. Dolan û 4 kes jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.
Birîndar û sivîlên çend roj berê ji Sûrê derketin, ciwanekî lingê wî jê bû ne di nav de, temamiya wan hatin binçavkirin.
Di 6'ê Adarê de sewqî edliyeyê hatin kirin û ji bo 2 ji van 8 kesan bi şertê edlî were berdan û 6 jî werin girtin, radestî dadgehê hatin kirin. 2 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 4 kes bi îdîaya "xerakirina yekîtî û hevgirtina welêt", 2 kes jî bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.
Ji 19 sivîlên duh sewqî edliyeyê hatin kirin 12 jê hatin giritn.
Di nava yên hatin girtin de Senîha Surer a 57 salî jî heye.
EV 20 SAL IN LI SÛRÊ DIJÎ
Di dema êrîşên li hemberî Sûrê de, ji ber ku parçeyên bombeya destan li sîng û milê wê ket Surer birîndar bû. Surer her wiha nexweşxa kronîk a dil, tansiyon û şekir e.
Parêzera Surer Kezban Yilmaz diyar kir, rewşa tenduristiyê ya muwekîla wê ku birine Girtîgeha Tîpa E ya Amedê nebaş e û got, "Ji xwe di rewşa asayî de jî tenduristiya wê nebaş e. Nexweşiya kronîk a dil pê re heye. Her wiha nexweşa hîpertansiyon û şekir e. Ji ber birînên lê der bûne jî, hêz pê re nemaye. Dema ew sewqî edliyeyê kirin ji ser hişê xwe çûbû. Duh jî min ew li girtîgehê dît. Rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû."
Yilmaz da xuyakirin, ku Senîha Surer nêzî 20 sal in li Sûrê dimîne û got, "Ji ber ku Sûr neterikandiye, bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin."
'MUWEKÎLA MIN LI MALA XWE MA'
Yilmaz ragihand, qedexeya derketina derve pêkanînek li dijî hiqûqê ye û got, "Qedexeya derketina derve, derketina mirovan ji mala xwe ferz nake. Muwekîla min li mala xw ema. Bombe li mala wê hatin barandin. Ji bo bi saxî ji herêmê bê derxistin malbatê gelek caran serî li Walîtî û polîsan da. Lê belê Walîtî ji malbatê re 'têkildarî ewlehiya jiyanê de nikarim garantiyê bidim kesî'. Malbat nikarîbû bi xwe biçe û derxîne."
Yilmaz anî ziman, ku muwekîla wê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatiye girtin û got, "Li gorî îdîayıan li Sûrê ji bo endamên rêxistinê xwarin çêkir. Lê muwekîla min ev îdîa red kir. Anî ziman ku ew li Sûrê dijî û nexwestiye mala xwe biterikîne. Her wiha, dema mala xwe biterikanda, wê bi ku ve biçûya?"
Parêzer Kezban Ylmaz got, "Mayîna li Sûrê sûc e, derketin jî sûc e" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Muwekîla min û sivîlên din ên ji Sûrê derketin, rastî pêkanîneke li hemberî hiqûqê hatin. Di nava 90 rojan de xeteriya mirinê hebû. Piştî ku derketin jî bi bêhiqûqiyê re rû bi rû man.Bi awayekî neheq û li dijî hiqûqêt, biryara girtinê hatiye dayîn û em li hemberî vê biryarê derdikevin."