Avahiya Şaredariya Hezexê ya ji ber êrîşa bi tankan xera bû

Wêneyên Şaredariya Hezexê ya bi tank û topên dewleta Tirk hat xerakirin, bi dest ketin.

Li navçeya Şirnex Hezexê êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan di roja 21. de ye. Dewleta Tirk bi armanca hilweşandina tevahiya navçeyê êrîş dike. Yek ji cihên bi tank û topên dewleta Tirk hat xerakirin, avahiya Şaredariya Hezexê ye. Wêneyên avahiya hat xerakirin, bi dest ketin.

Avahiya li kolana Alanya ya taxa Yenîmahalleyê, lê welê hatiye ku nema dikare bê bikaranîn.

Di vê navberê de, ji danê sibehê û vir ve şerê di navbera çekdarên dewleta Tirk û şervanên YPS'ê de li taxa Tûrgût Ozal diqewime, bi dijwarî dewam dike.

Li gorî agahiyên ji Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu hatin bidestxistin, di nava 21 rojan de ji ber êrîşên hêzên dewleta Tirk 34 kesan jiyana xwe ji dest dane.

...