Gerilaya YJA-Starê Jiyan Konak (Emgihan Gabar) a di pêvçûna li Kerboranê de jiyana xwe ji dest da di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li ser milên jinan bi tilîliyan hat oxirkirin.
Gerilaya YJA-Starê Jiyan Konak (Emgihan Gabar) a li navçeya Kerborana Mêrdînê di 2’ê Adarê de bi 7 hevalên xwe ve jiyana xwe ji dest da, bi beşdariya sedan welatiyan li gundê Ziwîngê ya Nisêbîna Mêrdînê hat oxirkirin. Cenazeyê Konak piştî ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat wergirtin bi konvoyek sedan wesayîtan pêk dihat anîn gund û heta goristana gund meşeke merasîmê hat lidarxistin. Ligel sedan kesan, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, endamên MEYA-DER, Dayikên Aştiyê, KJA, HDP û DBP’ê beşdarî merasîmê bûn. Di merasîma ku postere Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Konak hat vekirin de her tim dirûşmên "Bijî berxwedana gelan", "Jin, jîyan, azadî", "Bijî Serok Apo", "Rêhaval Jiyan nemir e” hatin berzkirin.
‘EM Ê LI XWEDÎ MÎRATEYA ŞEHÎDÊN XWE DERKEVIN’
Di goristana gund de piştî deqeyek rêz hat girtin, Hevseroka DBP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ya li komkujî û êrîşan pêk tîne li hember vîna gel ditirse. Agaoglu destnîşan kir ku ew ê heta dawiya dilopa xwîna xwe li ber xwe bidin û wiha got: “Ciwanên me ji bo pêşeroja gelê Kurd canê xwe dide. Ya ku dikeve ser milên me jî xwedîderketina mîrateya ku bi meşaleya şoreşê hatiye ronîkirin e.”
‘HEYA QEDERA ME KET DESTÊ ME EM Ê LI SER RIYA ŞEHÎDÊN XWE BIÇIN’
Di merasîmê de parlementer Yildirim jî axivî û da zanîn ku gelê kurd ê xwedî vê axê wê têkoşîna xwe ya mafdar heya dawiyê berdewam bike. Yildirim anî ziman ku ew li ber têkoşîna kesên hatine qetilkirin serê xwe ditewînin û wiha got: “Heya qedera me ket destê me em ê di ser riya şehîdên xwe de biçin. Em soza serkeftinê didin.”
‘GELÊ KURD DIVÊ DI NAV YEKITIYÊ DE TÊKOŞÎNÊ BERDEWAM BIKE’
Bavê Konak, Emîn Konak jî di merasîmê de axivî û ev tişt anîn ziman: “Yekane pirsgirêka gelê Kurd ew e ku di nav yekitiyê de tevnagere. Gelê ku ewqas berdelê dide heke nirxek bidana yekitiyê, me yê ewqas êş nekişanda. Yekane xwesteka min jî ew e ku divê gelê Kurd di nav yekitiyek de xwedî nirxên ciwanên ku bedena xwe dikin mertal derkevin.”
Piştî axaftinan cenazeye Konak bi tilîlî û çepikan hat definkirin. Di merasîma veşartinê de ji ber hêsirên jinan kêliyên hestiyar pêk hatin û merasîm bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
Ji bo Konak sersaxî wê li gund were qebûlkirin.