QSD'ê 8 gundên din rizgar kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyona 'Tolhildana Êlîn û Cûdî' ya di navbera rojavayê Çiyayê Kizwanan û bakurrojhilatê Reqqayê de, di roja 7. de didomîne.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyona 'Tolhildana Êlîn û Cûdî' ya di navbera rojavayê Çiyayê Kizwanan û bakurrojhilatê Reqqayê de, di roja 7. de didomîne.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di nava 24 saetên dawî de tevî gundê Mekmen ê ji bo çeteyan stratejîk e, 8 gund ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatin rizgarkirin.
Şervan di nava 24 saetan de ji eniya aliyê bajarê Hesekê ve 5 km pêş de çûn, li vê eniyê girê gundê Xirbet Malha ku 50 km dikeve rojavabaşûrê Hesekê ji çeteyan hate rizgarkirin. Piştî rizgarkirina gir çeteyan bi maşîneyeke bombebarkirî êrîşî şervanan kirin, lê şervanên QSD’ê beriya ku wesayît bigihêje gir ew teqandin.
Şervanên QSD’ê li aliyê eniya rojavayê Çiyayê Kizwanan jî gundên El-Hemed, El-Cedhan, El-Cedûh, El-Bedir, El-Serad, Dilyan, Dilyan Mitlî ji çeteyan rizgar kirin. Şervanan li gundê Dilyanê dest danîn ser du roketên katyoşayê ku bi destan hatine çêkirin.
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk a bi navê ‘Tolhildana ji bo Cûdî û Êlîn’ li rojavayê Çiyayê Kizwana bi armanca avakirina xeteke parastinê ya kantona Cizîrê û bajarê Girê Spî pêl bi pêl mezin dibe.