Ji gerîlayên YJA Starê çalakî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîlayên YJA Starê yên li hemberî artêşa Tirk li Colemêrgê pêk anîn, agahî da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîlayên YJA Starê yên li Metîna û Colemêrgê, agahî da.

Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

ÇALAKIYÊN GERÎLAYÊN YJA STARÊ

Sibeha 7'ê Adarê artêşa TC xwest ji girên Seyîdan û Omeryan ên li ser sînorê Metînaye ji nû ve dest bi çêkirina rê bike. Li ser vê yekê, saet di 10:00 de gerîlayên me yên YJA Starê hin rêze çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Di van çalakiyan de bi qasî hatiye tespîtkirin leşkere hatiye kuştin. Ev çalakî bi wesîleya 8'ê Adarê pêk hatiye.

Roja 7'ê Sibatê saet di 13:00 de gerîlayên me yên YJA Starê, li hemberî qûle û avahiya qereqola Şkêr a li navçeya Colemêrg Çelê bi çekên giran çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de derb li qûle û avahiya qereqolê ketin. Piştî çalakiyê qereqola Şkêr bi obus, hawan û tankan heremên Çiyayê Reş, Cehennem Tepesî û Sirtê Kovî bombe kir.

7'ê Adarê saet di 14:30 de li hemberî artêşa TC a ji herêma Sîvrî Tepesî ya li qada Oremarê heta Leylek Tepesî bi kepçeyan rê çêdikir, hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîn. Hêzên me wesayîtên li vê derê hedef girtin û derb li kepçeyekê dan.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ Û BOMBERDÛMAN

7'ê Adarê saet di navbera 14:00-14:30 de 5 helîkopterên bi tîpa Kobra ji qereqola Silor a li Oremarê rabûn û berê xwe dan qada Xapuşkê.

7'ê Adarê saet di navbera 18:00-21:00 de balafirên şer bombe li gundê Ermuş û derdora Şehîdgeha Şehîd Bêrîtan ên li herêma Xakurkê barandin.

7'ê Adarê saet di navbera 21:00-21:30 de qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê obus û hawan avêt qada Şehîd Rahîme.

7-8'ê Adarê saet di navbera 10:00-06:00 de qereqola Elemun a li navçeya Şirnex Qilabanê ye, obus û hawan avêt girê Şehîd Dilber ê li herêma Metîna.

7'ê Adarê saet di navbera 17:00-17:30 de qereqola Erîş a li navçeya Çelê; girê Xeregol ê ser bi herêma Zapê, ji saet 22:30 heta saet 05:30 ê 8'ê Adarê qereqola Serê Sêvê; qada Cehennem tepesî bi obus û hawanan bombe kirin.

7'ê Adarê saet di navbera 11:30-16:00 de li Qendîlê, saet di navbera 13:30-17:00 de li Xakurkê, 7'ê Adarê saet di 08:00 heta 8'ê Adarê saet 09:00 li herêma Avaşînê, 7'ê Adarê ji saet 07:00 heta 8'ê Adarê saet 04:00 li ser herêma Zapê balafirên şer ên bê mirov geriyan.

7'ê Adarê saet di navbera 12:30-14:30 de li Qendîl û Xakurê, saet di navbear 07:00-19:00 de li Avaşînê, saet di navbera 11:00-14:00 de li herêma Zapê balafirên şer geriyan."