Li Şengalê jinan 8’ê Adarê bi kelecanê pîroz kirin

Li Şengalê jinan 8’ê Adarê bi kelecaneke mezin pîroz kir. Pîştî meşa ji Dara Qewlê heta herêma Meclîsa Ezidî ya Şengalê, pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Jinên li Şengalê 8’ê Adarê bi meşek û aktivîteyekê pîroz kirin.

Li Şengalê jinan 8’ê Adarê bi kelecaneke mezin pîroz kir. Pîştî meşa ji Dara Qewlê heta herêma Meclîsa Ezidî ya Şengalê, pîrozbahiyek hat lidarxistin.

 Jinên ku bi cil û bergên rengûreng ên herêmî ve li Dara Qewalê kom bûn, wêneyên jinên di berxwedana xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin, bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPS/YPS-JIN” qîr kirin û dest bi meşê kirin.

Jinên Şengalê di heman demê de bi hezaran jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAÎŞ’ê yên dij mirovahiyê ji bîr nekirin, poster û sembolên ku wan îfade dikin jî hilgirtin. Meşa ku ji Dara Qewalê destpê kir heta cihê ku Meclîsa Êzidî ya Şengalê berdewam kir.

SERHILDAN ŞENGAL: 8’Ê ADARÊ LI JINÊN LI PIŞT ÇEPERAN LI BER XWE DIDIN PÎROZ DIKIM

Di pîrozbahiya piştî meşê de endama Meclîsa Jinan a Şengalê Serhildan Şengal axivî û 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cihanê pîroz kir û wiha anî ziman: “Em vê rojê diyarî greva Îmraliyê dikin. Ez vê rojê li tevahî jinên li cihanê di pişt çeperan de xaka xwe diparêzin pîroz dikim. Li jinên çiyayê Şengalê,Rojava, Bakûrî, Cizîra Botan, Sûra Amedê û li çar parçeyê Kurdistanê li ber xwe didin pîroz dikim. Îro jinên me, dayik û zarokên me di jêrzemînên wehşetê de bi şewatê tên qetilkirin. Ew soza azadiyê didin. Em rê nadin ku ev zilm û zext bi ser bikeve. Em wek jinên Kurd û Êzidî li çiyayê Şengalê dengê xwe bilind dikin. Ev ne xeyalek e. Li Şengalê di roja me de Edûleyan li ber xwe didin.”

Serhildan anî ziman ku bi sedan jin ji bo ku nekevin destê dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê xwe di çiyayê Şengalê de avêtin. Rêxistina jinên Êzîdxan wê tola hemû jinên Êzîdiyan hilde.

Şengal bal kişand ku ev cara yekem e ku 8’ê Adarê bi awayekî qelebalix û girseyî tê pîrozkirin. Şengal got: “Êdî jinên Êzîdî bi fesefeya Rêber Apo ronî dibin, xeyalên xwe bi cih tînin. Em bawer dikin ku bi rêxistinkirineke baş em dijminê xwe îmha bikin. Bi vî awayî wê bibin hêviya jin û zarokan. Îro destpêka wê YBŞ’ye, YPS-Jin e. 8’ê Adarê wê êdî bi felsefeya Rêber Apo bê pîrozkirin.”

Endamên Koma Botan, Koma Şehîd Elenya yên ji Rojavayê Kurdistanê û hunermend Bermal jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di aktivîteyê de koroya zaroka a bi navê Kulîlkên Şengalê jî stran gotin, bi govendê dawî li pîrozbahiyê hatin.

...