Li Geverê êrîşên li ser taxên berxwedanê didomin
Hêzên dewleta Tirk topên hewanê li Taxa Orman a navçeya Gever a Colemêrgê barand. Ji topan yek li mala Alî Kamerî ket, bi şansê ti kesên mirî an jî birîndar çênebû.

Li navçeya Gever a Colemêrgê ji Tabûra Efeler ku bargeha Tevgera Taybet a Jendermeyan top li ser Taxa Orman hat barandin. Topa hewanê ya li banê mala Alî Kamerî ket, bi dengekî mezin teqiya. Dema teqînê de ji ber kes li malê tinebû pêşiya karesatek mezin hat girtin, di malê de xisarek mezin çêbû.
Sûltan Kamerî diyar kir ku dema bûyerê bi 3 zarokên xwe re li hewşê bûn, wiha got: “Bi carekê dengê teqînê hat. Ji ser serên me parçe derbas bûn. Ez hê jî dilerizim, qirika min ziha bû. Xwedê qebûl neke. Ev çi agir e, em ketinê.” Ji şêniyên malê Alî Kamerî jî wiha nerazîbûn nîşan da: “Bi carekê dengek hat. Me xwe avêt erdê. Ev jiyangeha sivîlan e, tiştekî wisa nabe. Em nikarin vê qebûl bikin. Topa hewanê li banê malê ket.”
Li asîmanên taxê tevgerek zêde ya pêgerên hewayî yên keşfê hene, bombekirina bi hewanan jî bi navber dewam dike.