BI DÎMEN

Malbatên kesên li Cizîrê hatin qetilkirin: Heta mirinê em ê vê derê neterikînin!

Malbatên mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin, lenet li AKP û Erdogan anîn û gotin, "Me hemûyan bikujin jî em ê bi ti cihî ve neçin."

Malbatên mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin, lenet li AKP û Erdogan anîn û gotin, "Me hemûyan bikujin jî em ê bi ti cihî ve neçin."

Malbatên xizmên wan li 'jêrzemînên wehşetê' yên li navçeya Şirnex Cizîrê hatin qetilkirin, lenet li AKP'ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan anîn. Dayik Esmer Tûnç, Nûrettîn Acar û Emîne Acet destnîşankirin, ku tevî êrîşên dewletê jî ew ê Cizîrê neterikînin.

DAYIK ESMER TÛNÇ: Mehmet Tûnç kî bû? Mehmet Tûnç dil, ruh û çavê me hemûyan bû. Mehmet Tûnç pişta me hemûyan bû, pişta me şikest! Kir 'hawar', lê vê dewleta kafir êrîşî vê qîrîna hawarê kir. Kes bi hawara wî ve neçû. Em hemû kafir in, birayên Tirkan e! Em mîna kafiran e! Ewropa kafir e, ew Amerîka ye çi ye ew jî kafir e, mafên mirovan kafir e, ka mafên mirovan li ku ye...

Misliman dikare wehşeteke bi vî rengî bîne serê Misilmanekî? Li wêneyên vê derê binêrin... Li Kobanê tiştekî bi vî rengî hebû? Zalimên li vê derê li cihekî din ê rûyê erdê nîne. Dua min, daxwaza min ji Xwedê û pîrên li dora Cizîrê ew e, ku heqê me ji van re nehêlin.

Qaşo Serokwezîr nimêjê dike, nimêja te bi kêrî çi tê! Were baş bala xwe bide jêrzemînan, bê te çi anî serê ciwanên Kurd... Em feqîr tine kirin, malê me, milkê me şewitandin. Dîsa jî em ê neçin bi ti cihî ev. Mala me ev der e. Em ê bi ku ve biçin, gelo ji me dixwazin ku em bibin xulamê wan? Heta mirinê em ê li ser xaka xwe bin. Em ê bi ti cihî ve neçin.

'EM BI TI CIHÎ VE NAÇIN'

Li vê derê xaniyek jî nehiştine, her tişt şewitandine. Ne mal, ne ciwan, ne jî Cizîr, ti tişt nehiştine. Di ser re radibin li pêşbeî cîhanê dererwan dikin û dibêjin, 'Terorîstan Cizîr şewitandin'. Temamiya mirovên hatin qetilkirin Cizîrî, ciwanên Kurd bûn.

Heta em bijîn wê êşa wan ji dilê me neçe, bîranîna wan her li pêş çavên me bin. Em ê ti carî vê êşê ji bîr nekin.

Em bi ti cihî ve naçin. Em ê neçin Enqere, Stenbol, Mersînê... Psîkopatên wan her roj li pey ciwanên me ne. Ciwanên me li wan kolanan qetil dikin û davêjin naverastê. Wellehî em ê neçin bi ti cihî ve û heta mirinê em ê li vir bin!

Mehmet Tûnç çi bi we kir, çi got? Got; 'Ez Kurd im, Xwedê weke Kurdekî ez anî dinyayê, zimanê min Kurdî ye, çanda min Kurdewarî ye'. Xeteya wî ya yekane ev bû! Ji ber ê ew qetil kirin. Ne kesek talan kiribû, ne jin revandibû, ne jî malê kesî xwaribû. Sûcê wî yê yekane, Kurdbûyîna wî bû.

NÛRETTÎN ACAR: Serokwezîr dibêje 'Me aramî anîn Cizîrê!' De were vê aramiya xwe bibîne! Bila bê berhema xwe bibîne. Her der şewitandine. Dîsa jî em ê bi ti cihî ve neçin. Em ê li Cizîrê bimirin, em ê vê derê neterikînin. Heta mirinê em li vir in. Xanî şewitandine, mirov şewitandine, gelo ev aramiya wan! Zarokên me kuştin.

Bila Serokwezîr jî baş zanibe; em bi ti cihî ve naçin, em Cizîrê naterikînin. Em ji bajarê xwe dernakevin. Me hemûyan bikujin jî em ê bi ti cihî ve neçin. Em li vir in.

EMÎNE ACET: Zarokên me jiyana xwe ji dest dan, em ji bo wan hatin. Me xwestin bibînin. Zarokên me li vir bûn. Bila Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Em ê heta dawiyê li vir bimînin. Heta roja em jî mîna wan ji vê cîhanê koç bikin, em ê li vir bin.