YPG: 4 çete hatin kutin

Çeteyên hewl dan xwe berdin nava taxa Şêxmeqsûd a Helebê rastî bersiva tund a şervanên YPG/YPJ'ê hat. Di encama destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê de hewldana êrîşê ya çeteyan hat şikandin û 4 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyên Ehrar el Şam, Cebhe Şamiye, Lîwa Sultan Murad, Ketîbeyên Sultan Fatih, Ketîbeyên Fisteqim Kema Emert, Ketîbeyên Nûredîn Zengî, Lîwa 13, Foca Yekem, Ketîbeya 116 û Ketîbeyên Ebû Emar ên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dikin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komên çete yên hawan û topên cehenemê davêjin taxa Şêxmeqsûd, hewl didin ji Seken Şebab û rêya Cendolê xwe berdin nava taxê.

Hêzên me bersiveke tund dan komên çete yên ji herêma Seken Şebab hewl dan xwe berdin nava taxê û di encamê de 4 çete hatin kuştin. Danê êvarê ji heman herêmê êrîş hat kirin û ev êrîş jî ji aliyê hêzên me ve hat şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên di vê êrîşê de nehat tespîtkirin."

GUNDÊ MISEÊD'Ê JI ÇETEYAN HAT PAQIJKIRIN

YPG'ê ragihand, operasyona ji bo paqijkirina herêmên di navbera bajarokê Eyn Îsa û Bendava Tişrînê ku çete ji bo êrîşê weke baregehê bi kar tînin, ji 6'ê Adarê û vir ve dewam dike. Di vê der barê de jî hat gotin, "Roja 7'ê Adarê, hêzên me gundê Miseêd ê li vê herêmê ji çeteyan paqij kirine. Di dema operasyonê de maşîneke bombebarkirî ya çeteyan hat teqandin.

Di vê operasyonê de doçkayeke 12,5 mm'yî û 320 guleyên wê, 3 kalaşnîkov û 240 guleyên wê, 14 bombeyên destan, 9 guleyên roketa B7 û 10 mekanîzmayên teqandinê (HV), 1 dûrbîn, 1 rext, û 1 çete hatin desteserkirin."

ÇETEYÊN HEWL DAN ÊRÎŞ BIKIN NEÇAR MAN BIREVIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî da:

"7'ê Adarê saet di 13:30 de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî rojavayê bendava Tişrînê kirin.

Çeteyan di heman saetê de bi çekên giran ji çeperên li başûrê Cerablûsê êrîşî gundê Qereqozax ê li başûrrojavayê Kobanê û derdora wê kirin.

Komên çete roja 8'ê Adarê (îro), saet di 01:00 de hewl dan xwe berdin nava herêma rojavayê Bendava Tişrînê. Li ser destwerdana hêzên me ji bo demeke kurt şer qewimî û komên çete neçar man ji herêmê birevin."