Şerê li Nisêbînê heta ber destê sibehê dewam kir

Hêzên dewleta Tirk ên duh bi şev êrîşî taxên berxwedanê yên Nisêbînê kirin, li bersiva hêzên YPS'ê rast hatin. Şerê li vir qewimî, heta ber destê sibehê dewam kir.

Hêzên dewleta Tirk ên êrîşên xwe yên li hemberî navçeya Mêrdîn Nisêbînê dewam dike, duh bi şev dîsa êrîşî taxên dorpêçkirî kirin.

Danê êvarê, li dû çend teqînan hêzên dewletê êrîşî taxên Firat û Abdulkadîrpaşa kirin û van êrîşên dewletê tevahiya şevê dewam kirin. Ji maşînên zirxî gule li taxan hatin reşandin. Şervanên YPS û YPS Jin jî bersiv dan êrîşan û şer derket.

Ev şer nîvê şevê giran bû. Ev şerê dijwar ku çend saetan bênavber dewam kir, bi berbanga sibehê re sekinî.