Li Hezexê şerekî dijwar diqewime

Li navçeya Şirnex Hezexê, piştî teqîneke dijwar a li taxa Tûrgût Ozal, di navbera hêzên dewletê û şervanên YPS'ê de şerekî dijwar qewimî. Li gorî agahiyan, di vî şerî de kuştî û birîndarên leşkeran hene.

Di roja 21. a terora dewleta Tirk a li Hezexê de, şerekî dijwar diqewime.

Ji danê sibehê ve hêzên dewletê êrîşê dibin ser taxên berxwedanê. Li taxa Tûrgût Ozal teqîneke dijwar rû da.

Piştî vê teqînê di navbera hêzên dewletê û şervanên YPS'ê de şer derket.

Hat ragihandin, ku di vî şerî de gelek leşkerên Tirk mirî ne û birîndar bûne. Mirî û birîndarên hêzên dewleta Tirk bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

Li aliyê din, cenazeyên 13 kesên duh di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dan, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.