YPG: Tevgera komên çekdar gefê li herêmên me dixwe

Fermandariya YPG’ê diyar kir ku komên çekdar ên girêdayî Îtîlafa Sûriyeyê hewl didin ku ji rewşa agirbestê sûdê bigirin û serweriya xwe li derdora Efrînê berfireh bikin.

Fermandariya YPG’ê diyar kir ku komên çekdar ên girêdayî Îtîlafa Sûriyeyê hewl didin ku ji rewşa agirbestê sûdê bigirin û serweriya xwe li derdora Efrînê berfireh bikin.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel a Kantona Efrînê derbarê tevgera komên çekdar ên li derdora Efrînê û binpêkirina van koman ji agirbesta Sûriyeyê re daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

"Agirbesta li Sûriyeyê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Rûsyayê hatiye ragîhandin derabasî roja xwe ya 11. bû. Me berê jî bi daxuyaniyan diyar kiribû ku piştî ragîhandina agirbestê li dijî herêmên yekîneyên me û taybet li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê êrîş dijwartir bûye. Ev êrîş ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê ku ENKS’ê jî di nav de cih digre, pêk tê û gihiştiye asta komkujiyan.

Li gundên Başmêra û Gundê Mezin ên girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê şer di asteke dijwar de ye. Komên Nûreddîn El-Zenkî, Feyleq El-Şam û Ehrar El-Şam êrîş dikin. Li aliyê gundê Celemê yê Efrînê jî ev kom hewl didin ku nuqteyên pêşde bînin.

Ev kom ku agirbestê wekî derfetekê dibînin dixwazin ji vê rewşê sûd bigrin û serweriya xwe berfireh bikin, lê wekî Yekîneyên Parastina Gel em ji hemû dewletên têkildarî agirbesta Sûriyeyê û çavdêriya wê dikin re dibêjin ku em li gorî agirbestê tev digerin. Em tevgera komên Ehrar El-Şam, Feyleq El-Şam û Siwar El-Şam wekî tehdîdekê li ser herêmên xwe dibînin û bi ti awayekî tevgerên wiha qebûl nakin."